23 november 2020

Daîşê kolanên Stockholmê dagir kir.


Îslamîstan kolanên Stockholmê dagir kirin.

 Hukûmetên ewrûpî tenekene, qurişekî nakin, bûne êsîrên îslamiyên faşîst, hov.

Kîjan rêxistina swêdî bixwesta tiştekî wiha bike, pûlis ewê destûr neda.

Lê didin îslamîyan, çimkî bûne êsîrên wan. Kes newêre bêemriya wan bike, çi bixwazin wiya digrin û dikin.

Welatê xwe hêdî, hêdî teslîmî wan dikin.

Heqê tu kesî tuneye trafîqa bajarekî bi vî rengî bisekinîne. Ev şovveke zorbatiyê û çavsoriyê ye. Dibêjin li welatê we emê wiha xwe li we biboqînin.

Li Tirkiyê kurd tiştekî wiha bikin, milet û pûlis bi hev ra ewê gişan lînc bikin.

Li tu welatekî misilman kesên ne misilman nikanin tiştekî wiha bikin. Ji xwe li welatên misilman xiristiyan nehîştine, giş paqij kirine. Lê 50 milyon li Ewrûpayê kêf dikin, li ser ewrûpiyan diçêrin.

Hêvî dikim kurdên me yên dîndar xwe tevî van hêzan nekin, ji wan dûr kevin, hevza xwe ji wan bikin.
Em kurd, bi taybetî jî kurdîn dîndar çiqasî tevî van Daîşiyan nebin ji me ra baş e. Vana giş Daîş in, dilxwazên Daîşê ne, xwîniyên bi sedan merivên siwîl in, hevalên celada ne. Mesele ne dînî ye, siyasî ye.

 

Dibê kurdên dîndar neçin nav ereb û tirkan, neçin mizgeftên wan. Îslamîyên ereb û tirkan jî bi qasî faşîstên xwe neyarên me ne. Erdogan, Daîş li ber çava ye.

 

XXX

Gotineke pir xweş heye, dibêjin di dil da hestî tuneye, feqet dera herî pir dişkê jî ew der e.

Dil şûş ye, heger şûşa dil carê bişkê hew dicebire.

Di vê medyaya sosyal da gelek nas û dost û hevalan li ciyê rehetiyê, li ser tiştekî tune dilê hev hîştin, şûşa dilê hev şikandin.

Xwezî meriv hewqasî rehet dilê hev nehîşta.

Sebebê vê jî siyaset e, siyasetê gelek dil ji hev hîştin, hevalên salan ji hev dûr xistin.

 


Rejîmeke dinyanedî, pir cahil, pir nîjadperest, îslamî-faşîst li Tirkiyê li ser hukim e.

Ev rejîma dinyanedî bi ala xwe dîn bûye. Li dinyayê tu miletekî din bi qasî tirkan, bi qasîvê vê rejîma tirk a îslamî-faşîst ne manyaqê (dînê) ala xwe ye. Alê bi ser deriyê her dikanê, bi ser her bînayê va bi darda dikin.

Tu nemaye alê têxin hustuyê her ferdê li Tirkiyê dijî...

Meriv hewqasî jî manyaqê alê nabe. Ji qahra kurdan wiha dikin, ji bo ku xurtiya xwe nîşanî kurdan bidin...

 

 



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE