24 november 2020

Nivişta melê û piştgiriya Erdogan

 Piştgiriya Recep Tayyip Erdogan û îslamîyên tirk bû wek nivişta melê û mesela kefindiz, her kes dibêje xwezî bi kemalîstan û dixwaze Tirkiye bînin qeysa berê, lê îslamî zalim in, ketine ser dilê milet, ranabin…

 Lawê jinikê her şev di xew da bi xwe da dimîst. Diya wî rabû bir ba melê gund, got:

-Mele, ev gede her şev bi xwe da dimîze. Xêra xwe jê ra niviştekê çê bike, belkî ji vê kelmîzekiyê xelas bibe.
Mele nivîştek çêkir û bi lîwik ve kir.

Lîwik berê bi xwe da dimîst, piştî niviştê xerabtir bû, gû jî lê zêde kir, her şev bi xwe da rî.

Diya lîwik rabû satilek mast û hinek rûnê nivîşk da destê xwe û çû ba mele. Ji mele ra got:

-Mele, niviştê gede xerabtir kir, berê bi xwe da dimîst, piştî niviştê bi xwe da jî dirrî. Ez ketime bextê te û Xwedê, gede bîne qeysa berê…

Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê, bi hêviya ku îslamî ewê ji leşkeran û kemalîstan baştir bin, Tirkiye di nava welatên misilman da ewê bibe numûneyeke baş, kurdan jî bi hêviya ewê ji zulm û dîktatoriya leşkeran û kemalîstan xelas bibin piştgirî dan Erdogan û ew anîn ser hukim.

Lê rejîma îslamiyan û serokatiya Erdogan bû nivişta melê, ji leşker û kemalîstan xerabtir kirin, her kes dibêje xwezî bi kemalîstan û leşkeran. 

Amerîka jî, ewrûpî jî û kurd jî dixwazin rewşê bînin qeysa berê lê nabe. Her kesî wer bawer dikir gava ji kefendiz xelas bibin ewê baştir bibe, lê yê hat sed qatî ji kefendiz xerabtir e.

Kefendiz gorrnepaşk bû, kefenên miriyan didizî, yê piştî wî rabû him kefen didizî û him jî darek dixist tabûna miriyan.

Erdogan jî wer bû, wî ji leşker û kemalîstan xerabtir kir, sola wan di teqê ra avêt. Nuha her kes dibêje xwezî bi kemalîstan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE