25 november 2020

Dor hatiye kurdên dewletê

 Dema meriv ji tarîxa xwe, ji serpêhatiyên pêşiyên ders û ibretê negire netîce ev trajedîye.

Di heqê parlamenterê AKPê yê berê Galîp Ensarîoglu da lêpirsîna ”terorîstiyê” hatiye destpêkirin. Savcî îro îfadeya Galîp Ensarîoglu girtiye.

Dibê ev serpêhatiya Galîp Ensarîoglu ji kurdên hîn jî zilamên Erdogan in gişan ra bibe ders û ibreteke mezin.

Pêşiyên me gotine ”bextê tirko tuneye”. Bi salan Galîp Ensarîoglu wek mertal, wek maşe bi kar anîn. Karên xwe pê qedandin, lema jî nêt lê xera kirine, jê ra dibêjin heger tu ji emrê me derkevî emê te bikin hevalê ”terorîstan” û têxin qulikê. Yanî dibê tu bêemriya me nekî.

Dawiya hevaltiya hêzên dagirker trajedîye, meriv wiha fahş û bi erdê ra kaş dike.

XXX

Devlet Bahçeliyê faşîst û neyarê kurdan ji Bulent Arinç ra gotiye:

”Birêz Arinç, tu li eslê xwe diçî ya jî vedigerî neslê xwe?”,

Heta nuha hinekan digotin Bulent Arinc kurd e, min zêde bawer nedikir. Lê belê piştî vê gotina Devlet Bahçelî, êdî ez jî îqna bûm Bulent Arinç kurd e, heta nuha kurdbûna xwe îfşa nekiriye, xwe wek merivekî xalis muxlis tirk nîşan daye.

Lê Develet Bahçelî wa ye secereya wî îfşa kir.

Ez vê gotina Devlet Bahçelî diyarî heramzadeyên eşkere û veşartî hemûyan dikim.

Bextê tirko tuneye, dev ji xulamtiya tirkan berdin, vegerin ser esl û feslê xwe û serbilind bijîn…

 XXX

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu Yekîtiya Ewrûpayê rexne kiriye, gotiye “em li bendene Yekîtiya Ewrûpa şaşiyên xwe fêm bike û hêjayiyên endamîtiya Tirkiyê ewê li Yekîtiya Ewrûpayê zêde bike bibîne.”

Dema bi însên ra fedîkirin tunebe, rezîlî û perîşaniya xwe nabîne, şîretên wiha li Yekîtiya Ewrûpayê dike.

Hela hûn bala xwe bidinê, ne Tirkiye, Yekîtiya Ewrûpayê ewê şaşiyên xwe bibîne û endametiyê Tirkiyê ewê nirxên baş li Yekîtiya Ewrûpayê zêde bike (!)

Kenê zarokan bi vê gotinê tê. Kurro hûn ji koronayê jî xerabtir û talûketir in. Yekîtiya Ewrûpayê hevza xwe ji we dike. Bêyî xerabiyê, nerindiyê, sexteriyê û îxraca terora îslamî tu tiştekî hûn bidin Yekîtiya Ewrûpayê tuneye. Ewrûpayiyan ev yek baş fêm kirine.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE