25 november 2020

Sala li Zîlanê kurd qir kirin ez çê bûme

 Parlamenterê HDPê Dr. Omer Faruk Gergerlioglu, di axaftina xwe ya meclîsê da qala bîranîneke xwe ya pir muhîm kir. Di sala 1990î da li gundekî Idirê pîreke kurd miayene kiriye. Jê umrê wê pirsîye, gotiye:

 -Dayê, tu çend salî yî?
Pîrê gotiye:
-Tuxtor beg, ez umrê xwe nizanim. Lê ez zanim sala li Zîlanê kurd qir kirin, ez çê bûme. Ez bi viya tenêm zanim tuxtor beg, ez umrê xwe nizanim.”


Navê vê haviza netewî ye, nizane kîjan salê hatiye dinê, lê zane sala Qetlîama Zîlan bûye. Çimkî dê û bavên wê jê ra gotine ew sala li Zîlanê kurd qir kirin çê bûye. Gelek kurd dibêjin ew di sala Serîhildana Şêx Seîd da, di sala Qetlîama Dêrsimê da çê bûye.
Hêzên dagirker nehîştine pêşiyên me xwendin û nivîsandinê fêr bibin, lema jî ew umrên xwe(salên ji dayik bûnê) bi qetlîamên wan dibêjin.

XXX

Ronî Aydin Dere, di twîtta xwe da ji bo hêsankirina nivîsandina kurdî ji bo min tiştekî wiha nivîsîye:
”Ji Mamoste Zinarê Xamo re pêşniyarek: Divê em hin rêgezên rastnivîsê, xal û şapikan nekin pirsgirêk, da ku kurdî bi rehetî were nivîsandin û her kes bikaribe binivîse. Hun çi difikirin?”

Zinarê Xamo: Ev ne tiştekî girêdayî biryara min e. Ez kî me ku biryara tiştekî wiha bidim, ya jî tiştekî wiha ji xelkê bixwazim !
Bi baweriya min baş xerab di kurmancî da standartek çê bûye, em nikanin wê biguherin, ya jî guh nedinê. Meriv lê miqatebe baş e.

Ji bo fêrbûna kurmancî twîtt qad û îmkaneke baş e. Twitt teksta kin e, meriv kane pê kurdîya xwe baş bike.
Ya din her herfek hemberîya dengekî ye. Di kurmancî da "sêv" bi "e"ya bê kumik nabe, dibê bi kumik be. Yanî di elîfbeya me da kumikên hene ne kêfî, mecbûrî ne.

XXX

Her bizinek li karika xwe dibane.

Her çûkek bi refê xwe ra difire.

Her teyrek bi baskên xwe difire.

Her pitikek di himêza dayika xwe da xwe di ewleyê da his dike.

Her miletek bi zimanê xwe, bi kultura xwe, bi urf û adetên xwe heye.

Zarokê diya wî bimre sêwî ye.

Teyrê baskê wî bişkê nikane bifire.

Miletê zimanê xwe wenda bike û bi zimanekî din bipeyive, ew êdî miletekî din e. Ew xwe wer qebûl neke jî wisa ye, çimkî tu bi kîjan zimanî bipeyive, bistirê, bixwîne, binivîse, tu ji malbata wî zimanîye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE