26 november 2020

Gerek meriv xelkê ji kurdî dilsar neke

Jimara kesên di medyaya sosyal da bi kurdî dinivîsin hêdî hêdî zêde dibe. 

Ev yek rê li ber asîmîlebûna me nagire, kurdî ji mirinê xelas nake, lê dîsa jî baş e, min kêfxweş dike.

Lê bi vê pêşketina baş ra gelşek jî peyda bûye, hin kes zimanê xelkê rexne dikin, dibêjin te şaş nivîsîye, bi kurmancî wiha nayê nivîsîn, filan û bîvan.

Gelek caran kurmanciya wan bi xwe ji ya kesê rexne dikin ne baştir e, xerabtir e, lê haya wan jê tuneye.

Rexneke bi vî rengî di nav tirkan û swêdiyan da tuneye, min qet nedîtiye tirk û swêdî ji ber şaşiyên îmlayê, rastnivîsê hevdu rexne bikin. 

Ev gelş tenê di nav me da heye, tenê kurd li ser îmlayê, rastnivîsandinê bi hev dikevin, zimanê hev rexne dikin, bi kurmanciya hev tinazê xwe dikin.

Hin caran minaqaşe bi zimanekî maqûl û bi fêde dibe, însan ji hev fêr dibin, bi kêmasî û şaiyên xwe dihesin û şaşiyên xwe rast dikin.

Lê hinên caran jî rexne bi uslûbek ne xweş tê kirin û tesîreke ne baş li însanan dike, kesên nuh fêrî kurdî bûne ji kurdî dilsar dike, dibe sebebê însan newêribin bi kurdî binivîsin.

Kesên bi kurdî(kurmancî-zazakî) dinivîsin kesî li mekteb û medereseyan kurdî nexwendiye, kesî zanîngeheke kurdî neqedandiye, her kes bi xîret û hewildana xwe baş, xerab fêrî xwendin û nivîsîna kurdî bûye. Dema rewş ev be, bêguman kêmasî û şaşiyên meriv jî çê dibin.

Meriv bi demê ra, hêdî hêdî kêmasiyên xwe dibîne û kurdîya xwe baştir dike.
Ez jî wisa fêr bûm.
Her kes wisa fêr bûye.
Di medya sosyal da dema meriv şaşiya yekî dît, dibê hema buh nekê, henekê xwe bi nivîsa wî/wê neke. Rexneyeke bi vî rengî însên ditirsîne, ji kurdî dilsar dike.

Meriv kane bi zimanekî maqûl  bibêje, heger tu wiha bikî rasttir e. 

Ya jî jê ra prîvat binivîse. Pirîvat ji alenîyê baştir e, însan mahcûb nabe.

Dibê meriv bi rexne û peyvên xwe însên ji kurdî sar neke, cesaretê bidê, jê ra bibe alîkar. 

Kêmasiyên me gişan hene, ji me kesî kurdî li dibistan û zanîngehan nexwendiye, em yek jî ne lînguîst in. 

Wek min got, em giş bi hewildanên xwe yên şexsî nivîsîna kurmancî fêr bûne. 

Û ya din jî zimanê me jî wek tirkî, almanî, fransî, îngilîzî standart nebûye, her yek bi hawakî dinivîse, gelek devokên me hene. 

Lema jî dibê meriv gêncan teşwîqî kurdî bike, ne ku bi rexneya xwe moralê xelkê xera bike. Bira bi kurdî binivîsin bira şaş binivîsin, yên zane bira bibin alîkar. 

Guh nedin gotinên kesên qurre, pozbilind, hûn çawa zanin wer binivîsin, hêdî hêdî hûnê kurdîya xwe baştir bikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE