26 november 2020

Qetîn

 Li Swêregê, di xutbeya roja îniyê da mele qala xweşikiya Cinetê dikir. Digot:

-Cinet dereke hewqasî xweş e, qet jê nayê gotin. Ji bax û bexçeyan, ji her babet darên fêkî tîrêjên rojê jî bi serê meriv nakeve.

Hejîrên cinetê tu dibê lep in.

Hebên tirî wek bêçiyên meriv dirêj in.

Her sêv tu dibê gome ne, wek yên Meletyê cimcime ne.

Her hinarek bi qasî seriyê însanekî mezin e.

Mişmiş ji gezo jî şîrîntir in.

Hirmê wek hingivê Belîsê, hema di devê meriv da dihelin…

Li hember vê tarîfa mele ya cinetê, ji nav cimatê gundiyekî ji Qetinê xwe ranegirt, got:

-Mele, mele! ma tu çima hewqasî dirêj dikî, hema bibêje cinet Qetîn e û xelas...

 

Êşa zik û melhema çava

Mêrik çû ser tuxtor, got zikê min diêşe.

Tuxtor jê pirsî:

-Te vê sibê û danê nîvro çi xwar?

-Tuxtor beg, welle hema li malê çi dan ber min, min jî ew xwar.

Li ser vê bersîvê, tuxtor ji dêlî ku dermanekî zikêşê bidê, melhem xist çavên wî.

Mêrik matmayî ma, got:

-Tuxtor efendî, ez ji te ra dibêjim zikê min diêşe, tu melhemê dikî çavê min. Ma çi têkiliya zik û çavên min bi hev ra heye?

Tuxtor got:

- Çawa tuneye? Heger çavê te saxlem bûya, her jahr û zuqûma hat ber te, te yê nexwara û te yê mhadê xwe pê xera nekira.

 

Êşa çongê

Yekî kal çû ser tuxtor, got tuxtor beg, ev çend roj in halê min ji ber çonga min a çepê tuneye, wer jan dide. Gelo tu dibê ji ber çi ye ?

Piştî muayenê tuxtor got:

- Tiştekî girîng tuneye, ez dibêjim ewê ji ber kalbûnê be. Çimkî bi salan ra êş jî xwe didin der.

Kalo got:

- Tuxtor beg, bi navê Xwedê ev tiştê te got qet neket serê min, heger mesele emir bûya ewê çonga min a rastê jî biêşiya; çimkî ew jî di eynî emrî da ye.


Kêmaqiliya deve

Rojekê devak dikeve mizgeftê/camiyê. Mele hew dibîne ku deve di hundur camiyê da tevliheviyeke mezin çêkiriye. Darekî dide dest xwe û tê devê, devê ji hundur mizgeftê derdixe. Di wê nabênê da kalekî elewî ji ber mizgeftê dibuhure, ji mele ra dibêje:

-Mele, ma tu ji bo çi li wî heywanê kerr û lal dixî ?

-Ji bo ku ketiye hundur mizgeftê !

Kalo dibêje:
-Ê heywan e, aqilê wî naçe ser, ma mêze ez qet nigê xwe davêjim hundur.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE