26 november 2020

Îro rastî perçakî tarîxa xwe hatim

 Dema malpera NETKURDê di Newroza 2005a da dest bi weşana xwe kir, ez him bûm endamê redaksîyonê û him jî min her hefte meqaleyek nivîsî.

Îro ez rastî dosya nivîsên xwe yên Netkurdê hatim. Pir kêfxweş bûm. Netkurdê ji adara 2005a, heta 1ê mijdara(1/11-12)2012a weşana xwe domand. 

Min di Netkurdê da li ser hev çend meqala nivîsîne nayê bîra min û giş jî li ba min tunene. Lê di  dosya min dît da 47 meqale hene.   
Ji ber ku ev nivîs di înternetê da xuya nakin, min biryar da her roj di biloga xwe da nivîsekê biweşînim. Bira ev tarîxa min wenda nebe, ew jî di bloga min da cî bigre.
Îşev dest pê dikim. Ev nivîs ya pêşî ye.


Gula bê histirî tuneye
20/3-2005

Bi destpêkirina malpera Netkurda xurî bi Kurdî ez gelkî bextewar û  dilşa me. Min her tim qedir û qîmetek mezin daye her babet û cûreyê weşanên xurî bi Kurdî. Tiştê bi Tirkî û tevlihev  tu carî kêfa min jêr nehatiye û nayê. Jiber ku Netkurd jî ewê xurî bi Kurdî be, loma ew jî wek malper, wek rojnamyeke înternetê li ber dilê min gelkî şîrîn û ezîz e.

 

 Ez nizanim çima lê her karê ku meriv nuh dest pê dike bi meriv zor tê û heyacanek mezin di dil, ruh û canê meriv da peyda dike.

Meriv çiqas hostayê wî karî be jî lê dîsa jî meriv xwe wek şagirtekî  ku nuh destpêkiribe his dike.

Nivîsa pêşî, karê pêşî hesetekî gelkî cuda bi meriv ra çê dike. Meriv ditirse ku bi ser nekeve.

Çi kar dibe bila bibe, roja pêşî meriv bi tirs, bi temkîn û bi îhtiyat e. Ditirse ku çewtiyekê, xeşîmiyekê bike.

Di karekî nuh da roja pêşî meriv xwe biyanî his dik, dixwaze der û dora xwe nas bike û aramiyekê di dilê xwe da çêke.

Ez nuha, bi vê meqala xwe ya pêşî hewil didim ku ji dil û hestên xwe ra wê aramiyê peyda bikim.

 

Di rojnameyekê da(çi elektronîk û çi jî ne elektronîk)nivîsandina nivîsa  pêşî wek hevdîtina pêşî ya bi dildarê ra ye. Rojek berî hevdînê heycanek mezin meriv digre û bi şev xew nakeve çavên meriv.

Gelo ez çi bibêjim û çawa bibêjim?

Çawa ku meriv dixwaze di hevdîtina pêşî da gotinên dinyayê yên herî xweş û hingivîn ji dildara xwe ra bibêje, ji bo ku evîna meriv bê bersîv nemîne, her wisa meriv dixwaze di nivîsa xwe ya pêşî da jî baş dest pê bike û bi gotinên herî xweş û herî biaqil  ji xwendevanên xwe ra bibêje merheba!

Helbet ev ne karekî hêsa ye, jê ra zanîn, jîrî û hostayî divê. Lê qabîliyet û mezîyetên wiha jî li ser dikanan nayên firotin ku meriv here ji xwe ra bikire.

Tiştên wiha tenê bi tiştekî tên bidestxistin; ev jî antramana bi dûzan, yanî nivîsandina daimî ye.

Boksorekî baş piştî antramaneke bi dûzan û bi îstkrar dibe boksorekî serkeftî û baş.

Nivîskarî jî wiha ye, meriv çiqasî binivîse, meriv hewqasî baştir dibe.

Lê divê em qet ji bîr nekin ku wek her kar û sinetî, qonaxek şagirtiya nivîsandina meqaleyên quncikan jî heye. Bi nivîsandinek daimî, hêdî hêdî meriv ji şagiritiyê derbsî xelfetiyê dibe û dû ra jî piştî xebatek dûr û dirêj terfî derca hostatiyê dike.

Bêguman hoste jî hemû ne yek in, hoste heye, hoste heye…

Dema ez li ber kompîtora xwe rûniştim û min dest bi nivîsandina vê meqala xwe kir, min ji xwe ra got, gelo ez çawa dest pê bikim û çi bibêjim ku tesîr û întîbayeke baş li ser xwendevanan bihilêm?

Ev 25 sal in ku pir hindik ez dinivîsim.
Heta nuha min di gelek warî da û li ser gelek babetî gelek nivîs nivîsîne.

Lê wek meqalenûser cara pêşî min di rojnameya Armancê da dest bi nivîsandinê kir.

Di Armancê da navê quncikê min “striyên me” bû. Ev nav li gor kultur û atmosfera wê heyamê bû, wê demê meriv ne wek şex,  lê bi zamîra piraniyê dipeyivî.

  îcar min ev nav hinekî guherand û navê quncikê xwe kir “striyên min” Bê çima?

Dema berpirsiyarê Netkurdê, heval Mûrad ji min xwest ku ez navekî ji quncikê xwe ra bibinîm, ez gelkî fikirîm, heta min çend nav jî pêşniyar kirin.

Lê dawiya dawî, ez gihîştim wê baweriyê ku ji “striyên min” xweştir nav tuneye.

Loma jî min navê quncikê xwe kir “striyên min.”

Yek, ji ber ku ez ji striyan gelkî hez dikim, çimkî meriv tim li xwe miqateye ku ew di meriv ra neçin, yanî bi kurdiya wê, nekevin dest û nigên meriv.

Wek tê zanîn dema ew dikevin dest û nigên meriv derxistina wan gelkî dijwar e. Û heta meriv dernexe jî meriv rehet nake.

Sebebekî din jî min got gelkî çêtir e ku ez ne li ser navê xwelkê, wek cînava  “em” ya jî “me”, lê li ser navê xwe bipeyivim û bira strî jî ne yên “me”, yên min bin. 

Di dema Armancê da “striyên” min ji derzî û şûjinê jî tûjtir bûn û ketin destên gelek kesan. 

Loma jî gelk kes dikanin ji nuha da bibêjin ku ewê ev jî eynî “strî” bin. Lê ev texmîn ne rast e.

Bi derbsbûna salan ra ne tenê ronahiya çavên meriv kêm dibe, diran di devê meriv da namîne, devê meriv dibe şikeft, pişt li meriv xûz dibe, meriv dibe wek kûsiyê di qêlik da. Her wisa barûta meriv jî diqede û “striyên” meriv jî hinekî “ko” dibin û wek yên dema xortaniyê zêde kesî naêşînin.

Meriv hevsa xwe ne tenê ji xelkê, hûn bawer bikin ji xanima xwe jî dike.

Çimkî dema meriv xort bû, baş xerab, meriv kanîbû yek ji xwe ra bidîta. Lê nuha dema jinik meriv ji mal biqewitîne û him jî li Swêd, ez sond dixwum merivê li kuçan pur û perîşan bibe.

Ji ber ku li Swêd wek ya jinan, komela me feqîrê mêran jî tuneye ku dest bide ber me û meriv here lê bisitire.

Bêguman divê ev yek wek tirsê neyê fêmkirin, hûn dizanin kurd tu carî ji jinên xwe natirsin(!)

 

Yanî bi kurtayî ji “striyên min” qet netirsin, ew wek yên berê pirr ne tûj in.
Lê li alî din dikanin gelkî feydeyê bigihînin we,  ji bo ku hûn bi koranî nedin nav gongilan.

 Not: Navê nivîsê yê Nekurdê "Gul bê stirî nabe". Di bloga min da nivîseke din bi wî navî heye, ji bo ku mukerer nebe, min nav biçekî guhert.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE