Ji ber ku min di sernivîsa xwe da gotiye” Gerek serokên
me jî wek Theodor Herzl bin”, Xalid Sadînî ez rexne kirim û di twîtterê da di
nabêna min û wî da minaqaşeyek çê bû.
Destpêkê minaqaşe hinekî gurr bû, lê dû ra bê qeza û bela, bi selematî qediye...
Hevalên min ên facebookê û yên di blogê da min taqîb dikin vê minaqaşê nabînin, ji bo ku ew jî bibînin ez vê minaqaşê li vir jî diweşînim.
Zinarê Xamo: Xalid, kî vê gotinê bibêje jî, dibê yekî wek nebêje. Min ev
gotin ji te nedipa ! Min li ciyê rehetiyê û ji kêfa welatê xwe neterikandiye,
wek bi hezaran kurdên din, ez ji ber dijmin reviyame. Ma ez di hefsê da muebed
bimama baştir bû? Derketina derve ne sûc e, ne bêxîretîye.
Dibê tu reva ji ber dijmin ji xelkê ra nekî serhevde. Ev 150
sal e pêşiyên me, zana û rewşenbîrên me ji ber osmaniyan û kemalîstan reviyane.
Li dervî welêt bi ruh û can xebetîne û ji gelê xwe ra berhemên nemir hîştine.
Ev 40 sal e li Ewrûpa ez rûneniştime, li gorî zanîn û hêza
xwe, min li dijî hêzên dagirker micadele daye,min bi hezaran meqale nivîsine.
Ji bo ku tu li welêt î dibê tu vê yekê ji bo xwe wek mêraniyekê û surgûnîyê jî
ji bo me wek şermekê nebînî. Ya muhîm ne cî ye, meriv çi dike?
4) Min ne li welêt û ne jî li derve tu carî zanîna xwe,
zimanê xwe nefirot dewleta tirk. Min bixwesta wek gelek kesên din, min jî
kanîbû xwe bi dewletê ra şîrîn bikira û çend qurişên wan ê pîs têxista bêrîka
xwe. Lê min tu carî îdîala xwe bi pera nefrot, ez nebûm dostê dijmin.
Xalid Sadînî: Xwe hêrs neke apê delal. Eve sih sal e, navê
te dizanim û berhemên te dixwînim. Gotina min ne ji bo cenabê te bitenê ye. Ji
bo Kurdên ji welat derketîn û çûn û nehatineve ye. Ez dizanim dixwazim çend
gotaran li ser vê meselê binivîsim. Ez dê vê newelatparêzîyê analîz bikim.
Zinarê Xamo: Xalid, ji xelkê ra, ji kesên sed qatî ji te welatparêztir,
ji te fedekartir ra nebêje ”newelatparêz”!
Tu ji min ra dibêjî ”apê delal, ” û him dibêjî tu ne welatparêz î! Yanî xîtaba
te ya ”apê delal” ne samîmî ye.
Secera te jî li ortêye, ya min jî. Ez naxwazim gotinên tahl ji te ra bibêjim,
lê dibê tu jî hinekî hedê xwe bizanibî. Her kes wek te nikane li ser heft benan
bilîze.
Li ser min cezayê muebetê hebû, ez 30 salî mahkûmê tirko mam. Ne her kes, lê
piraniya siyasetmedar û welatparêzên kurd ji mecbûrî li surgûnê dijîn.
Mehmet Emîn Bozarslan û bi sedan kesên wek wî ji kêfa, sirf ji bo rehetiya xwe
ne li Ewrûpayê ne, ji mecbûrî reviyane. Dû ra, piştî salan jî veger ne rehet e.
Gelek kes, ferdekî wan li bajarên wan nemaye. Malbatên wan li Ewrûpayê ne, kes
venagere, bi tena serê xwe ewê çawa vegerin?
Min xwest ez vegerim, min xanî jî li Wêranşarê kirî, lê xizmê min ez xapandim,
perê min deyn kiribû jî çû. Yanî her kes kêfî li surgûnê namîne.
Mîqdat Mîthet Bedirxan, Nûredîn Zaza û bi sedan welatparêzn kurd li surgûnê
mirin.
Her kesê ji ber zulma dijmin weletê xwe terikandiye ne tirsonek e, ne xayin e û
her kesê li weletê mane jî ne qehreman û canfîdayên kurd û Kurdistanê ne. Her
kes nikane ji dewletê ra şelefiyê bike.
Bi sedhezaran rewşenbîrên kurd li bajarên tirkan dijîn, hinek nikanin vegerin,
lê gelekên wan kanin vegerin lê venagerin. Yanî rewşa her kesî ne wek hev e.
Xalid Sadînî: Ezbenî, ez jî tevlî piraniya gotinên te dibim.
Herkesekê şert û şirûtên wan ne wek hev in. Ev gotina min ne ji bo kesên dibin
tawankarî û gefên dewletê de ne. Lê tu bixwe jî dizanî û her roj dibînî ku bi
hizaran kes li wan deran in û ji axivtinê pêve tiştekî nakin. Ne wesa ne?
Wekî din çawa ku herkesê ji welatê xwe revî ne xayîn û
tirsonek e, yên mayîn jî ne "şelefî" ne. Wekî din, eger kesên mayîn
xayîn nebin, herkesekê bedelê mayîna xwe bizêdehî ve daye. Fikr û hizr û bîra
min ev e ya dinivîsîm. Li ser heft benkan jî naleyîzim. Ez çibim, ew im.
Zinarê Xamo: Baş e, me ji hev fêm kir. Axir, çi li derveyî
welêt be, çi li welêt be, dibê meriv her kesî nexe tûrikekî. Şert û îmkanên her
kesî ne wek hev in.
Hin kes dixwazin vegerin lê nikanin, hin kes jî kanin lê
venegarin.
Ez dîsa nikanim.
Kurd bikanibin helbet dibê li welatê xwe bijîn. Li ser vê mijarê min çend caran nivîsîye, min
gotiye dibê meriv li bajarên tirkan nejî, li wir havîngeha nekire. Lê helbet
her kes nikane vegere Kurdistanê...
Wekî din, daxwaza dibê her rewşenbîrê kurd wek Benyamîn
El-Yezer be, daxwazeke rast e, ez vê daxwazê her roj dubare dikim. Ev 13 sal in
di medyaya sosyal da min rêzeke jî bi tirkî nenivîsîye. Lê asîmîlasyonê
piraniya siyasetmedar û rewşenbîran pûç kirine, bûne êsîrên tirkî.
Xalid Sadînî: Belê me bi hev kir û em dê bikin jî. Bi
qene'eta min kesê imkanê vegerê hebe û venegere welatê xwe, ew welatperwer nîn
e. Wekî din, dibe ku imkan nebe mirov herdem li welatê xwe bîjî. Lê qetnebe
wekî mamosta Ziya Avcî salê çend mehan li welatê xwe bijîtin..
Ji xwe ez dixwazim li ser vê meselê binivîsim. Yanî mirovekî
di dilê xwe de welatperwer, dewletxwaz, siyasetvan bo çi li germa Edene û
Mêrsînê, li xopana Enqere dijîn lê nikarin li welatê xwe yê beheştwarî bijîn.
Derdê wan çi ye? Nexwasim yên dewlemend...
Ez nikarim bêjim, ez bi Tirkî nanivîsim. Ez dinivîsîm. Lê ez
vê şolê wekî karekî dibînim û perê xwe werdigirim. Yanî belaş nanivîsim. Herwesa
wergêrê jî wesa dikim...
Zinarê Xamo: Hinekî bi îstîkrar be, tu him dibêjî ”divê
rewşenbîrên me jî wekî Benyamîn El-Yezer bin” û him jî wek wî nakî. Benyamîn
El-Yezer, tercumanî nekir, zimanekî mirî zindî kir, bi tena serê xwe bi hezaran
însan, heta miletek fêrî îbranî kir.
Gava te pesnê Benyamîn El-Yezer da, dibê tu jî wek wî xwedî
îdîal bî, jê tawîzê nedî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar