Heta nuha dîrokê tim azar û cefa, sirgûn û qetlîam kirye para me, lê ev cara
pêşî ye ku dîrok ne bi temamî be jî hinekî bi me kurdan ra jî dimizice û çav
qurç dike. Hêvî dikim ev dostanî dom bike.
Wek tê zanîn berê jî çi li Tirkiyê û çi jî li Iraqê çend
caran hin kesên bi eslên xwe kurd bûne serokkomar û serokwezîrên van
dewletan, lê ne wek kurd, yan wek tirk yan jî
wek ereb bûne.
Di dîroka kurdan dan da ev cara yekem e ku yekî kurd, piştî hilbijartineke
demokratîk, wek nunerê miletê xwe dibe serokkomarê Iraqê.
Ev bûyer ne tenê ji bo me kurdan, ji bo Îran, Sûriyê û Tirkiyê jî gelkî girîng
e.
Bi taybetî jî ji bo teskîna tirkan numûneyên wiha gelkî girîng in. Heger li
Iraqê ev şiklê hevkariya kurdan û ereban
rastî qeza û belayekê neyê, di serî da Tirkiye û her wisa Îran û
Sûriye jî ew ê ji vê pêvajoya nuh bi rengekî pozîtîf muteesîr bibin û ji bo
çareserkirina mesela kurd mecbûr bibin ku hin gavan bavêjin. Bi baweriya min
dema numûne nêz be tesîra wê jî kane zêdetir bibe
Her çiqas tîr carê ji kevan firiya be jî yanî li Başûrê Kurdstanê êdî ne
mimkûn e ku her tişt dîsa wek berê bibe, lê dîsa jî divê em ji bîr nekin ku
ev pêvajo hîn destpêk e, her tişt sedî sed neqediyaye, gelek dijwarî û
kelemên mezin hîn li pêş kurdan hene.
Wek em hemû jî zanin hêzên ereb yên nayonalîst bi xurtî li dijî vê netîca îro
ne, heger ji destên wan bê ewê hemû mafên kurdan ên ku heta nuha bi dest
xistine, bi derbekê da ji wan bistînin.
Li hember vê tahlûkê garantiya kurdan ya herî esasî
bêguman yekîtiya wan e. Heger YNKê û PDKê hin gavên girîng
ber bi tifaq û diyaloga siyasî ve neavîtana û di hilbijartinan da hêzên xwe
nekirana yek, ez bawer dikim ewê îro di warê siyasî da hewqasî ne xurt û ne
xwediyê van mewziyên girîng bûna.
Yanî tiştê kurd xurt kirine hevkarî û tifaqa wan e. Û di rojên pêş da jî
garantiya hemû destkeftiyên wan jî dîsa ev tifaq û hevkariya di nabêna wan da
ye.
Sedsalên nozdan û bîstan bûn sedsalên bindestiya kurdan û
perçebûna welatê wan. Heta nuha kurdan li hember osmaniyan, tirkan, farisan û
ereban gelek caran serî hildan, lê sebeb çi dibin bila bibin, di netîcê
da bi ser neketin û heta îro her
bindest û perîşan man.
Îhtîmal heye ku sedsala 21ê vê qedera kurdan ya reş biguhere û wek neteweyên
din ew jî li welatê xwe serbest û azad bijîn. Ev yek hinekî jî di destê me da
ye.
Dîrok gelek caran ne adil e, lê yekcarnan jî ji nişka ve
hin surprîz û adiliyên weha dike meriv matmayî dimîne, ji xwe ra dibêje:
”Ma ev jî mimkûn bû?”
Belê, ma ji me kê bawer dikir ku rojekê ewê Seddam Husên
di telewîzyonê da (û him jî di wê zindanê da ku wî ji bo mixalifên xwe û
kurdan ava kiribû), li merasima Serokkomariya Celal Talabanî temaşe bike?
Tê gotin ku efendî gelkî xemgîn bûye.
Helaa helaa, dîrok yekcarnan çiqasî adil e! Û dilê meriv
jî rehet dike.
Aqûbeta Seddam di demek nêz da li serê dijminên kurdan yên
din be jî.
Ez bawer dikim nûçeyên wiha nuha xewa rêvebirên tirkan direvîne, nuha gav û seetê dua dikin, dibêjin, ”Xwedêyo tu
tiştekî wiha neyne serê me!”
Wek tê zanîn Tirkan gelek li ber xwe dan ji bo ku Seddam
di vî halî da nebînin, lê îcar hêza wan têrê nekir.
Pir xebitîn ji bo ku destên kurdan û Emerîkiyan ba bidin, lê nikanîbûn, di
ser da xelkê çewal kirin serê wan.
Lê hîn jî biaqil nebûne û dev ji siyaseta xwe ya li dijî kurdan bernedane.
Vê dijminatiyê bi rengekî hostayî dikin, di bin ra, bi dizî destên kurdan maç
dikin.
Lê ne samîmî ne, ji bo ku milê kurdan bişkînin îro bi derewan destên wan maçî
dikin, dibêjin Xwedêgiravî em êdî ne li dij we ne. Ev ne rast e.
Divê em kurd baş bizanibin ku tirk zû bi zû dev ji neyartiya kurdan bernadin.
Ji ber ku wan li başûrê Kurdistanê zora kurdan nebirin dîn û har dibin, vê
têkçûna xwe nikanin qebûl bikin.
Loma jî him ji hêrsan û him jî wek ”tedbîra pêşerojê” ji nuha da destpêkirine li Tirkiyê û li Kurdstanê
kurdan dîsa terorîze dikin, çavên wan ditirsînin ji bo ku ew jî wek kurdên
Başûr doza mafên xwe nekin. Nuha tenê ev ji destê wan tê.
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar