28 november 2020

Dewleta bêhemdî

 

Ne hewceye meriv nifirên zêde li tirkan bike. Wa ye li bela xwe rast hatine, ez bawer dikim hêdî hêdî ne Xwedê be jî lê Emerîka ewê hustiyê wan bişkîne.

Heger ev dijayetiya di nabêna tirkan û emerîkiyan da wiha dom bike û hin bûyerên ne di hesêb da neqewimin Emerîka ewê bi tirkan ra bi tirkî bipeyive.
Ji ber ku tirk li herêmê ji bo ku siyaseta Emerîka bi ser nekeve çi ji destên wan tê dikin. 
Û Emerîka jî vê dijminatiya tirkan dibîne.

Mesela roja ku wezîrê Emerîka yê parastinê Donald Ramsfeld çû Iraqê û Kurdistanê, bi birêz Celal Talabanî û Mesûd Barzanî ra rûnişt, Serokkomarê Tirkiyê li ba Beşar Esed xwe pik kiribû. Bi rengekî eşkere ev siyaseteke li dijî ya Emerîka ye.Emerîka van kirinên Tirkiyê not dike.

Wek tê zanîn heta nuha kê bela xwe di Emerîka dabe, yanî di warê aborî û siyasî da kê zirar dabe menfeetên Emerîkayê ew tim li zirarê derketine. 


Têkçûna sîstema sosyalîst, hilweşîna Dîwarê Berlînê, belavbûna Yuguslavyayê, ketina Mîlosevîç, ketina Afganîstanê û Seddam û teslîmkirina Evdila Ocalan tenê çend nimûneyên ku her kes dizane.

Heger Çînê jî wek Sovyetê berberî bi Emerîkayê ra bikira, ez bawer dikim ew jî heta nuha li ser nigan nedima. 

Ji ber ku îro li cîhanê Emerîka him di warê leşkerî da û him jî di warê aborî da hêza herî mezin e, loma jî dema bixwaze dikane xerabiyê bi her kesî bike û dike jî. 

Lê ev nayê wê maneyê ku ev kanîn û kirinên Emerîka tim rast in û di cî da ne. 
Na, ez tiştekî wiha nabêjim û ji xwe ne rast e jî. Bi van nimûneyan ez tenê  îşaretî hêza Emerîka dikim, ne adilî û biheqbûna wê tiştekî din e. 

Tirk li Rojhilata Navîn bela xwe di vê Emerîkayê didin. Ji bo ku Emerîka li Îraqê bi ser keve û wek Wîetnamê revî revî ji wir nereve, divê hêza tirkan bişkîne û wan hinekî basko bike.
 
Ji ber ku li herêmê biserketina tirkan bêguman têkçûna Emerîkaye. Loma jî Emerîka bixwaze nexwaze li Îraqê ewê bi tirkan ra were hember hev.

 Dema meriv hinekî li ser dîroka dewleta tirk hûr dibe, meriv dibîne ku ev dewleta tirk, dewleteke ”bêhemdî” ye, ”beravêtîya” dîrokê ye. 

Tirkiye piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi saya avabûna Sîstema Sosyalîst û hinekî jî ji ber nezaniya kurdan wek dewleteke pînc daket qada dîrokê. 

Di esasê xwe da unsûrên ku dewletan dikin dewlet û netewan jî dikin netewe di derketin û avabûna dewleta tirk da tuneye. 

Yanî ev dewlet li gor pêvajoyeke tabiî ava nebû, bi fêlbazî û bi lihevhatina hin tesadufên dîrokî bêhemdî bû dewlet. Wek ji meriv ra loto lêkeve, ji nişkave dewletek bi navê ”Tirkiye” çêbû.

 Û ev dewleta ”bêhemdî” ev heyştê sal in ku ne bi hêz û dînamîkên xwe yên hundur, lê bi saya şerê sar heta îro hebûna xwe domandiye û em jî ji xwe ra kirin bindest.  Heger   du sîstemên li dijî hev tunebûna bêguman berdewamiya dewleta tirk bi vî şikil û qerekterê xwe yê îro ewê ne mimkûn bûya. 


Lê îro du sîstemên li dijî hev tunene, loma jî dewleta tirk diheje, bi hêz û dînamîkên xwe yên xas nikane hebûna xwe ya îro bidomîne. 

Dewleta tirk û îdeolojiya xwe, kemalîzma paşverû ketine ber sikratê. Çimkî wek berê alîkariya derve nagire. 

Ji bo ku xwe hinekî din jî li ser piyan bigre û jiyana xwe hinekî din jî dirêj bike pir li ber xwe dide.  

Her roj li vir û li wir, prowakasyonan derdixe û êrîşê dibe ser kurdan, dixwaze têkoşîna kurdan sist û wan jî çavtirsiyayî bike. 
Lê divê em baş bizanibin ku ev êrîşên dewleta tirk ne ji ber xurtiya wê tê, ji ber zeîfiya wê tê. Dewleta paş perdê îro xwe pir tenê û zeîf dibîne. Loma jî êrîşkar e.

 

Ya din, dewleta tirk îro ne tenê piştgirî û alîkarîya Emerîkayê wenda kiriye, her wisa di şerê Iraqê da ew û Emerîka wek du hêzên menfeetên wan li dijî hev, hatine hember hev jî.
 
Tirkiye çi bike jî nikane siyaseta Emerîka ya Iraqê qebûl bike û jê ra bibe dost û piştevan. Çimkî esasê siyaseta tirkan di her warî da  li dijî kurda ye, her tiştê ku feydeyê bigihîne kurdan Tirkiye li dij e. 

Tirk vê siyaseta xwe ya li dijî kurdan wek şertekî esasî yê hebûna xw dibînin. Lê li Iraqê û li Kurdistanê meşandina siyaseteke bi vî rengî  îro ne li berjewendiyê Emerîka ye. Bi eksê wê Emerîka îro li herêmê muhtacî hevkariya kurda ye. 
Û tirk jî bi xurtî li dijî hevkariyeke wiha ne. 

Ma ne ji ber vê dijayetîyê bû ku emerîkîyan telîs xistin serê tîmên tirkan û destên wan li paş pişta wan kelemçe kirin. 
Ev dijayetîya herdu aliyan hîn jî berdewam e.

 

Tirkan heta nuha ketina nav paktekê ya jî lidermayina paktekê tim li gor ku ewê çi kar û zirarê bide kurdan nirxandine. 

Dema dibînin na, dostanî û mitefîkiya bi  Emerîka ra îro wek berê zirarê nade kurdan bi rengekî vekirî dijminatiya Emerîkayê dikin û nahêlin Emerîka li herêmê bi ser keve. 
Çimkî li herêmê serkeftina Emerîkayê wek têkçûna xwe dibînin.

 

Dema dibînin ku endametiya Yekîtiya Ewrûpayê kurdan ji ortê ranake, bi vacayî ewê hin mafên netewî bide wan, loma jî ji nuha da dest pê kirine qal û qîlan derdixin, seriya li xwe digerînin, yanî naxwazin zû bi zû bibin endam. 

Hesabên wan ewe ku ya divê Yekîtiya Ewrûpayê wek wan kurdan înkar bike, wê demê ewê xwe biguherînin û bibin endam, ya jî divê ew bipên kînga kurd bi tevayî helandin wê demê ewê xwe biguherînin û bibin endam.

 Dewleta tirk bi saya hebûn û dijayetiya du sîsteman ava bû, di himêza Emerîka û Xerbê da mezin bû û heta îro hat. 


Dema Xerb û bi taybetî jî Emerîka vê dewleta ”bêhemdî” û seqet ji himêza xwe bavêjin ewê wek zarokekî biçûk ku tu şîr ji ser bibirî, nikanibe zêde bijî. Heta nuha ji ber ku Emerîka destê xwe dabû ber vê dîktatoriya kemalîst, kurdan çuqasî lê dixistin jî hilnediweşiya. 

Lê ji nuha û pê ve ev dîktatoriya li dijî vê serdemê êdî hewqasî ne saxlem e, ji ber ku destê Emerîka tam ne li pişt e. 
Şert û dînamîkên hundur û der îro bêtir di eleyhê hebûn û berdewamiya vê dîktatoriya kevneperest da ye.
 
Bi baweriya min ev yek jî karê me kurdan hêsantir dike. Em hinekî din jî xwe bidinê emê di demeke nêz da bikanibin vê dewleta bêhemdî birûxînin…

21/4/2005 Netkurd




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE