28 november 2020

Ruyê reş ne hewceyî teniyêye

Li Tirkiyê kurd di bin cendereyeke mezin da ne, însan nikanin bîna xwe bigrin. Kes nizane keriyên pûlisan ewê kînga bigrin ser mala wî.

Ji bo ku em vê zulma Tirkiye li kurdan dike nîşanî Yekîtiya Ewrûpayê û welatên Ewrûpa bidin, em xwe pir diwestînin, belgeyan belav dikin, agahiyên konkret didin ewrûpiyan.

Lê deng ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji welatên Ewrûpa dernayê, kes ji Erdogan ra nabêje hilê bilê.


Ne ku Yekîtiya Ewrûpayê û welatên Ewrûpî nizanin li Tikriyê çi dibe. Na, ewrûpî jî, dinyaya jî ji me baştir zanin li Tirkiye çi zulmê li kurdan dike. Yekîtiya Ewrûpa, ewrûpî ne motajî belge û alîkariya me ne, li ser Tirkiyê û Erdogan bi hezaran belge di destên wan da hene.

Ruyê reş ne hewceyî teniyêye, yanî ew baş zanin Erdogan bûye Hîtlerekî nuh, Tirkiye li pişt Daîşê ye, kurd bûne yahûdî û êrmeniyên Tirkiyê.
Bi hezaran çete û terorîstên îslamî di bin destê Tirkiyê da ne, li hemberî kurdan, li Lîbyayê, li Qerebaxê, li Sûriyê şer dikin.


XXX

Wezareta karên derve ya Îranê li ser kuştina Muhsîn Fexrîzade gotiye:

”Kuştina Muhsîn Fexrîzade sûcekî li dijî huqûqa navnetewî ye.”

Dewleta terorîst qala huqûqê dike!

Ma kuştina Dr. Abdurehman Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wan li gorî huqûqa navnetewî bû?

Komara Îslamî heta nuha li derveyî Îranê bi sedan însan kuştine, bi hezaran însan bi darde kirine, ma ev qetil û cînayet giş huqûqî ne?

Yê terorê, cînayetan bike wasiteyeke siyasetê, hinekê jî eynî tiştî li hemberî wan bi kar bîne.

Kesên li dijî cînayetên bi vî rengî be, dibê ew bi xwe jî xelkê, muxalifên xwe nekuje.

XXX

 

 Eduardo Galeano gotiye, ”heger li dinyayê yê baş tunebe dibê meriv wî îcad bike.”

Xwezî meriv bikanîbûya merivê baş îcad bikira.

Ev sed sal e em dikin, nakin em nikanin tirkan baş bikin, her ku dihere xerabtir û zalimtir dibin.

Me kemalîst dîtin, muhafazekar dîtin, sosyaldemokrat, faşîst, leşker dîtin, yek jî ne baş bû, giş xerabên di ser hev ra bûn.

Dû ra îslamî hatin ser hukim. Pesnê xwe dan, gotin em new ek yên din in, em xwedênas û heqnas in.

Ji me hinekan ji wan bawer kirin, gotin vana ewê ji yên berî xwe baştir bin, lema jî ray danê.

Lê ew ji kemalîstan sed qatî zalimtir û xedartir derketin, nuha her kes dibêje xwezî bi kemalîstan.

Eduardoyê hêja, de ka ji min ra bibêje, emê van tirkên zalim çawa baş bikin?

 

XXX


Heyfa ciwaniyê berê kalîtî û pîrîtî, dû ra jî mirin li pê tê.

Meriv poşman dibe kal û pîr bûye.

Meriv hew dibîne êdî kal e û nêzî dawiya rê bûye.

Di jiyana xwe da min tu salê nedît hewqas nas û dost û heval di salekê da bimrin.

Sala 2020 bîsta him ji bo me kurdan û him jî ji bo dinyayê bû saleke pir bêyom û qebîh.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE