29 november 2020

Her risim û ala zirarê dide me dibê em hilnedin

Malperekê gotiye, li gorî xebera telewîzyona El Arabî 21ê, Amerîkayê ji PYDê xwestiye rismên Evdila Ocalan û filamayên PKKê li Kurdistana rojava neyên hildan.

Hin heval û dilsozên PKKê bi vê xeberê pir aciz bûne, gotine gerîlayên PKKê bi xwîna xwe wira rizgar kirin, lema jî ewê rismê Ocalan û filamayên PKKê ranekin.

Heger şêla PKKê jî ev be pir şaş e. Gerek PKK di tiştekî wiha da israr neke.


Di siyasetê da çi li berjewendiya meriv be, meriv wiya dike, ev viya nakim,wiya nakim şaş e.

Rast e, yên li Kurdistana rojava xwîna xwe rijndin, yên Rojava anîn rewşa îro ew in. Kes nikane viya înkar bike. Înkar bike jî ne rast e, neheqîye.

Lê di siyasetê da çi li kara meriv be, kîjan rê û taktîk meriv bibe zaferê, meriv wiya dike.

Ji xwe bêyî al û filamayên PYDê û YPGê hildana alên din ne rast e û wek taktîk jî li zirara me ye.

Ne rismên Evdila Ocalan, al û filamayên PKKê tenê, her risim û ala ku li Kurdistana rojava îro li zirara me be, dibê em hilnedin.
Û çi li fêda me be, çi ji bo çêbûna Kurdistanê baş be, dibê meriv wiya bike, wan risman û wan alan hilde.

Her kes wiha dike.
Antî komunîstekî wek Mustefa Kemal, ji bo ku ji Sovyetê û Bolşewîkan alîkariyê bigire partiyeke komunîst çê kir, ji Lenîn ra name li ser nameyê şand, got em wek we difikirin, em dixwazin bi mitefikê we bin, em jî wekî we li dijî hêzên emperyalîst in.

Yanî mêrik xwe wek merivekî çep, komunîst nîşan da û Bolşewîkan jî alîkarîyên leşkerî û madî pê ra kirin, pere danê.

Ji ber vê siyasetê piştgirî nedan kurdan, Tirkiye perçe nekirin. Çimkî Ataturk xwe wek mitefikê Bolşewîkan nîşan da. Bi vê taktîkê û sextekariyê him îktîdara xwe saxlem kir û him jî rê li ber azadbûna kurdan girt.

Heta ku karê xwe bi Bolşewîkan qedand, dû ra serokê Partiya Komunîst Mustefa Suphî ji Sovyetê da anîn, got were xebata xwe bike. Û di Derya Reş da bi namerdî, bi celadên xwe ew û hevalên wî giş perçeperçeyî kirin û avêtin deryatê.

Yanî mêrik ji bo ku pişgiriyê ji Sovyeyê bigre, ji bo dewleta xwe ava bike, ji bo ku nehêl Sovyet piştgiriya kurdan bike, xwe wek çep nîşan da, piştî ku karê xwe qedand, bû hevalê emperyalîstan û antî Sovyet û komunîstekî har.

Lema jî li Kurdistana rojava çi ji bo azadiya kurdan û çêbûna Kurdistanê baş be dibê PKK wiya bike.
Li ku derê dibê bira bibe, dema hildana rimsmê Ocalan û ala PKKê zirar da azadbûna miletê kurd, ji çêbûna Kurdistanê ra gelş peyda kirin, bûn sebebê Amerîka alîkariya kurdan neke, dibê PKK dev ji hildana rismê Ocalan berde.

Piştî em bi ser ketin, piştî me zora neyarên xwe bir, welatê me çê bû, kî çi alê û rismê kê hil dide, bira hilde.

Ez viya ne ji bo PKKê tenê, ji bo her partiyê, her kesî dibêjim. Tu risim, tu al û filama ne di ser menfaetên kurd û Kurdistanê ra ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE