Çend roj berê(20ê nîsanê) Serfermandarê Tirkiyê Hilmî
Ozkok wek ku ew serokwezîrê Tirkiyê be axaftinek gelek dirêj kir.
Li gor
agahdariyên media tirk axafina Hîlmî Ozkok
seetûnîvekê dirêj bûye.
Bêguman generalekî wek wî bi heybet ma qey ne ewê 10
deqîqeyan bipeyive.
Li gorî hêza di bin emrê wî da û xofa ji wî tê girtin
helbet axaftina wî jî ewê bi seetan dirêj be. Ji bo ku her kes li gor wê nigê
xwe rade.
Ozkok di axaftina
xwe da li ser her mesela der û hundur ku Tirkiyê pir ya jî hindik alaqadar
dike dûr û dirêj rawestiya û dîtina
artêşê anî zimên.
Ji mesela Qibrisê bigre heta bi mesela Yewnanîstanê, ji mesela têkiliyên bi
Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bigre heta têkiliyên bi Ermenîstanê û bi welatên
cîran yên din ra, ji şêla artêşê ya li hember kurdan bigre, heta bi dîtina
wan ya li ser hikûmeta AKPê, ji Başûrê Kurdistanê bigre heta bi mesela
Kerkûkê tu mesele nemaye ku şirove nekiribe.
Yekcarnan hin kesên ewrûpî bi maneyeke baş Tirkiyê di nav welatên Îslam da
wek nimûne û modeleke baş nîşan didin û dibêjin, bala xwe bidinê, îslam û
demokrasî dikane li hev bike.
Lê diyar e artêşa tirk ji vê nimûnedayinê gelkî aciz e, loma jî Ozkok di
axftina xwe da bi rengekî pir berradayî dibêje:
-Tirkiye ne dewleteke îslam e û ne jî welatekî îslam e.
Ne kesî li ser navê hikûmetê û ne jî serokwezîr, qebedayiyê derewîn ranebû
negot, tu çawa dikanî wiha bibêjî? Ku em ne welatekî îslam in, wê demê em çi ne?
Feqîra ji hewla ruhê xwe newêrin rexneyên herî di cî da û herî bi heq jî
bikin.
Ew ditirsin ku tiştên anîn serê Demirel û Erbeqan, ewê bînin serê wan jî. Û
ji wan ne dûr e jî.
Ozkok ji serfermandarekî bêtir wek serokê hikûmetê gelek analîzên stratejîk û
siyasî kirine. Axaftina Ozkok ya 20ê nîsanê di esasê xwe da ji axaftina Kenan
Evren ya 12ê Îlonê, ne di teferuatan da, lê di naverokê da pir ne cuda ye.
Ferqa esasî ew e ku Evren wek serokê cûntayê dest dabû ser hikum, hemû
parlamenter ji meclîsê qewitandibû û meclîs jî girtibû. Yanî dinya û alemê
dizanîbû ku li Tirkiyê artêşê derbeyeke leşkerî kiriye û bi darê zorê hikum
girtiye destê xwe.
Nuha li gel ku hukmê rastîn wek dema Evren dîsa di destê artêşê da ye û li
ser her mesela girîng gotina dawî dîsa ya wan e, lê ev hikum û serdestî wek
îdareyeke leşkerî nayê zanîn û qebûlkirin.
Bi baweriya min di esasê xwe da ferq şiklî ye, meclîs qûqla ye, parlamenter
nîvêsîr û mamûrên desthildanê ne.
Hebûna meclîs û hikûmetê ji bo xapandina der û hundur e. Rismekî sexte ye û
têkilaya vê rejîme bi demokrasiya parlamenter tuneye.
Di praktîkê da leşker çi bixwazin ew dibe û çi nexwazin jî
nabe. Heta nuha ji meclîsê yek qanûna ku leşkeran negotibin erê derneketiye û
nikane derkeve jî.
Erê AKP xwedêgiravî li ser hikum e û piraniya meclîsê jî di destê wan de ye
lê hukmê rastîn ne di destê wan da ye.
Yanî def di hustiyê Tayyip Erdogan da ye lê qolik di destê Serfermandar Ozkok
da ye.
Leşker kînga bixwazin dikin gurmîn û çi meqamî bixwazin wiya lêdixin. Wezîfa Tayyip, hikûmeta wî û meclîsê
jî ew e ku li ber defa artêşê bilîzin.
Tiştê herî balkêş piştî vê axaftina Ozkok, ne Serokwezîr û ne jî
berpirsiyarekî hikûmetê ranebû aciziya xwe nîşan neda, kesdî negot mafê te
tuneye ku tu wek Serfermandarê artêşê rabî axaftineke wiha bikî, ev
midaxeleyeke siyasî ye û em bi tu hawî vê yekê qebûl nakin. Bira beyaneke
wiha li wir bimîne, di ser da dema rojnemevanan ji Serokwezîr pirsîn, xwestin
bizanibin ew li ser vê axaftina Ozkok ya gelkî sert çi difikire?, bersîva wî
gelkî balêş bû, got:
-Dibe ku hin derên axaftinê ez pê ra bim û hin derên wî jî ez ne pê ra bim.
Lê bi giştî axaftineke maqûl bû.
Tu mêr î bibeje ne maqûl bû!
Ji bo bersîveke wiha dil û cesareteke medenî lazim e. Dema leşker dibînin
kesên siyasî ne tu mêr in, bi hut û zurtê zirav li wan diqetînin loma jî dema
dilê wan bixwaze dest didin ser hikum û meclîsî dixin tatîlê. Mêrikan di van
çelûpênç salên dawî da çar caran midaxele kirine û tu carî jî kesî newêrîbûye
ji wan ra bibê je hilî bilê.
Bê fedî û heya dibêjin ”dewleta kûr” Wek Dêrikî dibêjin, ”kurro”ma ku dera vê ”dewletê kûr” e?
Her tişt wek rojê li ber çavan e, here were çend genaral in û hemû jî wek
boxan li ortê ne û hûn hemûyan jî nas dikin.
Mêrikan her roj li ber çavaên we beyanan didin, axaftinên bi seetan dirêj
dikin, siyasetê tespît dikin.
Hûn jî wek kevroşakan, bi tirseke mezin li wan guhdarî dikin. Îca kî bîra xwe
û ”dewleta kûr” e?
Hema weleh bi qasî bestekê, erqek biçûk jî ne ”kûr” e.
Demirel eşkere dibêje ”dewleta kûr” heye û ew leşker in. Dema dibêjin ”dewleta kûr”, mana xwe ew e ku ew nikanin xwe bigihîninê, dema
bikanibin ewê îşê wê biqedînin.
Lê derew e.
Kesên ji tirsa ezab û agirê cahnimê xwe ji hin kêf, zewq û tamên dinyewî
mahrûm bikin, ewê nikanin bibin demokratên baş e jî. Ji tirsê ewê hin tiştên din jî qebûl bikin.
Bi kurtayî ji tevger û kirinên vê hikûmetê diyar dibe ku ev hikûmet ne qadirê
desthilatdariyê ye, bêyî destûr û erêkirna lişkeran nikane tu gaveke ciddî
bavêje.
Hin tiştên heta nuha kirine û yên xwedêgiravî wek ku dikin jî giş manawra û serîlêgerandin e.
Dewleta tirk ketiye kirîzeke gelkî mezin, kurd wê dihejînin û ew jî viya
dibîne.
Li alî din serkeftinên kurdan li Başûrê Kurdistanê jî ji bo wan bûye wek
kabûsekî. Loma jî ji endametiya Yekîtiya Ewrûpayê ditirsin, dibêjin ewê
feydeyê bigihîne kurdan. Îcar ne dikanin vegerin û ne jî bi rengekî ciddî dom
bikin.
Heta nuha em tim li ser xerabî û nedemokratîkbûna vê dewletê rawestiyane. Bê
guman ev dewlet pir xerab e û ne demokratîk e. Di vê nuxtê da tu gelş tuneye,
em li hev dikin.
Ya girîng emê vê dewleta pir xerab û ne demokratîk çawa
biguherin û demokratîk bikin?
Divê em baş bizanibin bi ”melan”
Tirkiye demokratîk nabe.
Mela li tu derê demokrasî neanîne û mesela netewî jî çareser nekirine.
Mele wek îdeolojî xwe di emir û xizmeta dewletê da dibînin. Dewlet ku ew jî
îro artêş e, çi emrî bide wan, ewê bi dil û can cî bînin.
Û di mesela kurdan da jî ev hikûmet bi temamî wek leşkeran difikire û ewê tu
gavan bê emrê wan navêje.
Yanî di vê em tu xeyalan li ser hikûmeta AKPê çênekin. Dimîne hêz û xebata
me. Bi baweriya min nuxta dewleta tirk ya herî zeeîf îro zixtên derve ne,
şêla Yekîtiya Ewrûpa û Emerîkayê di hilweşandina vê dîktatoriya li dijî vê
serdemê da gelkî girîng e.
Li gel her tiştî divê meriv tim mirinê nîşanî vê dewleta hov bide, ji bo ku
bi tayê razî bibe. Heta ew mirinê nebînin, ew bi tayê jî razî nabin.
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar