30 november 2020

Minê nîşanî te bida

Rojnamevanekî Ewrûpî diçe Tirkiyê, bi serokkomar Recep Tayyip Erdogan ra hevpeyînekê dike. Rjnamevan wek yekî tirk xwe li ber Erdogan natewîne û xwe nake pepûk, gelek pirsên bê dilê wî jê dipirse.
Erdogan destpêkê rûliken e, bîna xwe fire dike.
Lê rojnamevan her ku diçe zorê dide Erdogan, li ser kurdan û demokrasiyê gelek pirsên cidî jê dike.
Tê dereceyeke wiha, Erdogan hew tehamul dike, ji rojnamevan ra dibêje:

-Teklîfeke min ji te ra heye.

Rojnamevan, dibêje:

-Fermo, bibêje, hela teklîfa te çi ye?

-Were bibe hemwelatiyê Tirkiyê.

Vê teklîfa Erdogan meraqa rojnamevan zêde kiriye, gotiye:

- Ji bo çi?

Erdogan gotiye:

-Wê çaxê minê nîşanî te bida ceza pirsên wiha çi ye!

 

Golik beg

Yek çû gundekî, bû mîvanê axê gund. Gunduyan bihîstin yekî xerîb hatiye gund. Wexta şevbêrkê rîsipî û mezinên gund yek bi yek çûn ba mîvên. Kî ket hundur odê û xêrhatin da mîvên, mîvên tim ji ber qam kir û got:

-Kerem ke, were li dewsa min rûne.

Bi vî hawî mîvan tim bi paş de çû, çû gihîşt ber devê derî. Derî jî vekirîbû. Tam di bîstikê da golikekî serê xwe xist hundur. Mîvên ji ber golik jî qam kir, got:

-Kerem ke, Golik Beg, were dewsa min !

 

Kartol û heval

Li Bûlgarîstanê, di dema sosyalîzmê da, qumsêrekî siyasî, ji qumsêrê gel yê bajarê Rûsê li ser mahsûla kartolan raporek xwestibû. Di civînê da mêrikê gundî dest pê kir:

- Bi saya serkeftina hukûmeta me, me îsal rekolteyek (mahsûlek) pirr baş ji kartolan girt. Kartolên(patatên) me top kirin, heger me yek bi yek bidana ser hev, ewê ji wan çiyakî wer bilind bihata meydanê ku ewê serê wî bigihîşta ber nigên Xwedê.

Li ser vê mînaka mêrikê gundî, qumsêr qeherî got:

- Xêvo, ew çi gotin e? Ma Xwedê heye ku çiya jî here bigihîje ber nigên wî?

Mêrikê gundî demeke kin şaş ma, nizanîbû çi bibêje? Lê dû re lê got:

- Wele tu rast dibêjî heval, lê ji xwe hewqas kartol jî tunene.

 

Pênc birîndar

Li Stenbolê şufêrê ambulansê pênc birîndar birin nexweşxanê. Tuxtor got:

- Ji me ra gotibûn birîndar yek e, te pênc heb anîne. Ma ev çarên din ji ku derketin ?

Şufêr got:

- Di çûyinê da ez li duduyan qelibîm, di hatinê da jî li duduyan, lema jî li ser hev bûn pênc.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE