Rûsan beşekî Qerebaxê bi fêlbazî û bêbextî ji êrmeniyan girtin dan
azerîyan û tirkan. Ew herêma nuha ket destê azerîyan, jê pirrê wê erdê kurda ye, di nabêna
1923-1929a da bi navê Kurdistana Sor, herêmeke kurdan ya otonom bû.
Rûsan ji vê herêma Kurdistana Sor bajarên Laçîn, Kelbajar û Şûşa û hin gund û derên din ji dest êrmeniyan
derxistin, dan azerîyan.
Yanî cî warên kurdan, gund û bajarên kurdan dest guherand.
Sî sal berê êrmeniyan ji azerîyan girtin, nuha jî dîsa azerîyan ew der paş da
girtin.
Dema êrmeniyan Qerebax bi tevayî xistin bin kontrola xwe, bi hezaran kurd ji Qerebaxê koçber bûn, hinek çûn Rûsyayê, hinek jî li welatên Asya Navîn belav bûn. Yanî Qerebax hema hema ji kurdan paqij kirin.
Nuha hin kes dibêjin piştî vî şerî kurd ewê bikanibin vegerin gund û bajarên xwe yên ketine destê azerîyan.
Li gorî wan serketine azerîyan ji bo kurdan îmkaneke, heger kurd bixwazin ewê bikanibin vegerin cî û warên xwe.
Ev xeyaleke bêbingeh e.
Tirk û azerîyan ji bo kurdan şer nekirin û ji kurdan ra Qerebax ji êrmeniyan nestendin. Dera tiliya tirkan tê da hebe ji bo kurdan felaket e, malwêranî ye.
Tirk aliyekî vî şerî ne, tirk êdî li Azerbeycanê û li Qerebaxê ne. Dera tirk lê ne mimkûn e bihêlin kurd lê hebin.
Tirk ne di nava şer da bûna belkî azerîyan bihîşta hin kurdê dibêjin em azerî ne vegerin malên xwe, lê ji ber hebûna tirkan êdî ewê nehêlin ew kurd jî vegerin.
Dîreksîyona Qerebaxê êdî ne di destê azeriyan da ye, kaptanê dîreksîyonê êdî tirk in.
Qerebax êdî Qibrisa duduya ye, heta li Azerbêcanê hukûmeteke li dijî Tirkyê neyê ser hukim, tirk li Qerebaxê ewê şirîkê her tiştî bin. Êrmenî xwe zêde tev bidin, ewê Laçînê jî ji wan bistînin.
Rûsya ne li pişta êrmeniyan be, êrmenî nikanin bi azerî û tirkan, tirkê wan perîşan bikin.
Lema jî li Qerebaxê hebûna kurdan êdî qediya, bû tarîx, tirk tu carî ewê nehêlin kurd li Qerebaxê hebûna xwe bidomînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar