05 november 2020

Mala gerrok û mîsyonerên rojavayî ava be

 



Gerrok û mîsyonerên ewrûpî di gerrên xwe yên Kurdistanê da bi hezaran fotograf, risim û mînyatur li pey xwe hîştine û kirine malên tarîxa me.

Ji kevin da gerrok û mîsyonerên rojavayî li welatên Rojhilat, li seranserê Kurdistanê geriyane û bi hezaran rismên kurdan û kincên wan girtine, nivîs û agahiyên li ser urf û adetên kurdan, li ser baweriyên cûr be cûr, wek zanîn, belge û wesîqeyên tarîxî, antropolojîk û etnografîk ji me ra li pey xwe hîştine.


Ev risim û belge giş ji bo me, ji bo tarîx û coxrafiya me xezîneyeke bêemsal in. 



Ne ev mîsyoner bûna nuha hewqas fotograf, tablo, mînyatur û agahiyên li ser tarîx, kultur û demografiya kurdan di destê me da tunebûn. 


Bi taybetî jî di ware kinc û qiyafetên jin û mêran ên herêmên cihê da bi hezaran rismên pir muhîm girtine û giş ketine arşîvên kurdan.



Baran Zeydanlioglu û malpera "Bîtlîs Name" risim, mînyatûr û zanînên pir giranbuha diweşînin. Karekî pir hêja dikin. Ez Baran Zeydanlioglu û berpirsiyar û nivîkarên Bîtlîsnameyê ji dil û can pîroz dikim. Her roj rismekî nuh, belgeyeke nuh li tarîxa me zêde dikin.


Yên kêfa wan ji tarîxê ra tê dibê Baran Zeydanlioglu û malpera Bîtlîsnameyê taqîb bikin.



Ev risim mîsyonerekî rojavayî di sala 1890î da li dora Urmiyê girtiye. Gotiye kurd dema sond dixwin, ya jî dema sozê didin bi nan û bi xwê sond dixwin.


Rast e, ev adet hîn jî heye, heta sala 1980î jî me bi nan, bi xwê û bi agir sond dixwar.
Li ba me nan jî, xwê jî û agir jî madeyên miqades in û meriv tu carî wan pîs nake.

Not: Min risim ji malpera Baran Zeydanlioglu girtin. Ev risim û gelek tiştên pir hêja di malpera Baran Zeydanlioglu da hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE