04 november 2020

Ka werin kêfa neyaran bi me neynin !

Li gorî beyana Encûmena Wezîran a Kurdistanê ya di Rûdawê da, gerîlayên PKKê êrîşî hêzên pêşmerge kirine û di nabêna wan da şer derketiye. Di şer da 3 pêşmerge birîndar bûne û ji pêşmergeyên birîndar yek di nexweşxaneyê da mirîye.

Malwêraniyeke ji viya mezintir tuneye...

Ev ne tu rê ye, felaket e, îro ne roja gerîla û pêşmerge hevdu bikujin. Dibê ev şer mezin be û PKK dev ji siyaseta xwe zorbatiyê berde. 
Gerîla li dijî hêzên dagirker rahîştiye sîlehê, ne ji bo ku birayên xwe bikuje.


Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), piştî bûyerê beyanek daye, gotiye , “hêzên dagirker hewl didin di nav kurdan da berberiyê zêdetir bikin û ji xwe ra rêya dagirkirinê rewa û ferz bikin.”


Heger meriv ne zilamê hêzên dagirker be kes nikane meriv bera hev bide. 


Helbet dijminên me dixwazin kurd bi hev kevin û hevdu bikujin. Li heger partiyên kurd, serokên kurd saxlem bin, netewî bin bi hev nakevin, hevdu nakujin. Meriv ne zilamê dijmin be, dijmin nikane tu jahrê belav bike. 


Ji kurdan kî devê tivinga xwe bide birayê xwe ew hevalê hêzên dagirker e. Şehîdkirina pêşmergeyekî ji bi PKKê û gerîla ne serbilindî û şerf e. Herdu alî jî dibê sakîn bin û biaqil û netewî herket bikin.


PKK û medyaya girêdayî wê ev demeke li defa şer dixe û bi zimanekî pir neyarane êrîşî PDKê dike. Ev siyaseteke şaş e, ne li berjewendiya miletê kurd e, malwêranî ye, birakujîye.


PKK dibê dev ji siyaseta xwe ya zorba berde û bi PDKê û bi hukûmeta Kurdistanê ra gelşên xwe bi riya diyalogê û biratîyê çareser bike. 


Dibê PKK guh bide daxwazên hukûmeta Kurdistanê û serî li zorbatiyê nede. Dawiya berberiyê, êrîşkariyê şer e, malwêranîye.
Hêvî dikim şer mezin nebe û em kêfa neyaran bi xwe neynin. ..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE