05 november 2020

Dûro bi nûro

 Li ser PKKê û PDKê meriv çi bibêje, pesnê wan bide, ya jî rexne bike, hin kesên li dij derdikevin, êrîşî meriv dikin miheqeq hene.
Tu çi bibêjî, miheqeq tu şaş î, tu neheq î.
Heger meriv bixwaze serê meriv vehesiyayî be, dibê li ser van partiyan ne çê, ne xerab tiştekî nebêje.

Lê helbet ew jî ne rast e.

Carnan ji xwe ra dibêjim, ezê hew li ser teşxeleyên nabêna hêzên kurd da devê xwe vekim, lê ez bi xwe nikanim. Hew dibînim min dîsa serê xwe xistiye teşxelê, merivê herî dostê min, gotina herî giran ji min ra dike.

Wele meriv bikanibe hevza xwe bike baştir e. Ji xwe gotina meriv pere nake, kara wê xelk heqaretê li meriv dike...

 XXX

Trump, dermokrasiya Amerîkayê rezîl û riswa kir, Amerîka kir Tirkiye.

Ez dibêjim Trump ya dersê ji Erdogan digre, ya jî Erdogan çend pisporên xwe dane xizmeta wî.

Donald Trump demokrasiya Amerîka laçka û dejenere kir, zirareke mezin da îmaja Amerîkayê.

Hilbijartinên Amerîkayê ji yên belediya Stenbolê jî xerabtir bû. Golikekî pîs navê garanekê xera dike.

 

Trumpê sergome dîktatorekî çeqel e, gava bi ser nakeve wek dîktatorê Tirkiyê xwe davêje çamûrê, hezar qal û qîlan dibîne. Ehleq sifir e, ji bo kursiya xwe bêbextiya neke tuneye. Hilbijartin wenda kiriye, lê dibêje ez nadim. Bêexlaqekî pir îstîsna ye. Di tarîxa Amerîkayê da serokekî hewqasî beêxlaq tuneye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE