06 november 2020

Dibê Dr. Necmedîn Kerîm li Kerkûkê bihata gorkirin !

 


Cenazeyê Dr. Necmedîn Kerîm îro ji ji Amerîkayê tê Kurdistanê û li gorî medyaya kurdî dinivîse ewê li Hewlêrê, li gorristana Pîrmamê were gorrkirin.

Dr. Necmedîn Kerîm berî wefata xwe wesîyet kiriye wî li Kerkûkê gorr bikin. 

Çimkî Dr. Necmedîn Kerîm ji Kerkûkê ye, lema jî xwestiye gorra wî li bajarê wî be.

Lê malbata Dr. Necmedîn Kerîm û hevalên wî dibêjin cenaze nuha ewê li Hewlêrê were gorr gorrkirin, heta Kerkûk rizagar dibe. Piştî ku Kerkûk azad bû, ewê termê wî bibin Kerkûk.


Ev yek tê wê maneyê ereb nahêlin kurd miriyekî xwe yê kerkûkî jî li Kerkûkê veşêrin. 


Ev skandaleke mezin e, ez bi vê xeberê pir êşiyam. 


Bi baweriya min dibê hukûmeta Kurdistanê ev zorbatiya Îraqê qebûl nekira. 


Kurdistana Federe hîn girêdayî Îraqê ye. 


Kurd hemwelatiyên Îraqê ne. 


Nasname û pasaporta Necmedîn Kerîm ya Îraqê ye. 


Dr. Necmedîn Kerîm ne yekî biyanîye, hemwelatiyê Îraqê û ji Kerkûkê ye. 


Bi çi heqî, li gorî kîjan qanûnê Îraq nahêle gorra Dr. Necmedîn Kerîm li Kerkûkê be?


Dibê YNKê û hukûmeta Kurdistanê ev zorbatiya Îraqê qebûl nekirana. 


Qebûlkirina wan şaşiyeke mezin e, teslîmeyt e, tirsonekî ye. Dibê israr bikirana, dibê bigotana ev wesîyeta Dr. Necmedîn Kerîm e, em mecbûr in wesîyeta wî bicî bînin. 


Ya din, heta ku Kurdistana Federe beşekî Îraqê be, heta ku kurd hemwelatiyên Îraqê bin, mafê her kurdî heye li her bajarê Îraqê bijî û miriyê xwe li wir veşêre. 


Heger kurdê nikanibin miriyekî xwe jî li Kerkûkê veşêrin, wê demê ereb û hukûmeta merkezî kurdan wek neyar xwe dibînin û beşekî  Îraqê nabînin. 


Di rewşeke wiha da jî dibê kurd veqetin û serxebûna xwe îlan bikin.
Gava meriv nikanibe miriyê xwe li bajarê xwe veşêre, êdî ew welat ne welatê meriv e.
Bi kurtî tiştê hevalên Dr. Necmedîn Kerîm û hukûmeta Kurdistanê dikin şaş e, teslîmîyet e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE