23 oktober 2020

Xwedê çawa bû Xwedê?

 Yek hebû, ji xwe ra tim difikirî, pir meraq dikir, gelo Xwedê çawa bû Xwedê, kê Xwedêtî da wî ?

Rojekê lêxist, çû ba hevalekî xwe, jê pirsî:

-Ezê tiştekî ji te bipirsim. Gelo ev Xwedê çawa bû Xwedê, kê ew kir Xwedê?

Hevalê wî keniya, got:

-Ma tu nizanî Xwedê çawa bûye Xwedê?

Mêrik got:

-Na wele, ez nizanim, loma ji te dipirsim.

Hevalê wî got:

-Ez ji te ra bibêjim. Xwedê çi kir jê ra ma, çi kir jê ra ma, çi kir jê ra ma, kesî dengê xwe nekir. Dû ra hêdî, hêdî bû Xwedê û çû...

 

 Merivê biaqil

Ji yê alim pirsîn, gotin:

-Jîriya merivekî hûn çawa fêm dikin?

Alim got:

-Ji axaftina wî.

Gotin baş e:

-Le dema qet nepeyive?

Alim keniya, got:

-Merivê hewqasî biaqil tuneye...

 

Tiştê daimî

Hevalên xort jê pirsîne, gotine:

-Dema tu bizewice, tu yê bixwazî bi yeka bedew ra bizewice ya jî bi yeka bûdele ra ?

Xort gotiye helbet bi yeka bûdele ra

Hevalên wî matmayî mane, gotine çima kuro?

-Ji bo ku bedewî tiştekî demkî ye, tê û dihere, lê bûdeletî daîmî ye.

 

Dinya

Mamoste ji Berfîna biçûk pirsî:

-Berfîn, ma dinya girover e?

-Na, ne girover e!

-Baş e, wê demê qey dûz e?

-Na, ne dûz e jî!

-Ê le çawa ye?

-Bavê min dibêje pir tevliheve.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE