23 oktober 2020

Dibê meriv zêde rû nede zaliman

Li Tirkiyê îslamîstên hukim girtine dest xwe him aşûnî/gewî bûne û him jî har bûne. Çimkî dibînin çi dikin ji wan ra dimîne, milet dengê xwe nake. 

Gava tirsa dîktator û zalim tirsa wî nemîne gewî dibe û zêde pêş da diçe.

Tolstoy gotiye, ”Her ku tehamulî xeraban tê kirin, xerab hîn pir rû digrin, har dibin, diazirin.”

Rast e, zarokê tu zêde rû bidê aşûnî dibe, xerabê, zalimê hustu li ber were xwarkirin bêtir gewî û har dibe.

Tirkiye numûneya vê rastiyê ye, ji bo ku kes dengê xwe nake xerab, zalim aşûnî û har bûne…

 Mele Seîdê Kurdî jî gotiye:

-Heger tu li hember gurekî birçî bi rûnermî, bi dilovanî bisekinî, ewê êrîşî te bike, te bikuje. Û wê îcara diran û neynûka xwe jî ji te bixwaze!

-Însan jî dişibin fotograf, tu çiqasî mezin bikî, hewqasî jî qelîteya wî dikeve.


-Berê kesê min binê navê wan çixîz dikir, nuha ser navê wan çixîz dikim.

XXX

 Erdogan bi qerarnameyekê selahîyet daye ”dewletê” dest deyne ser şîrketan.

Ji ”dewletê” hûn dewleta wî, merivên wî fêm bikin.

Yanî kî li dijî Erdogan be ewê mal û milkên wî, şîrketa wî jê bistînin û bidin merivên xwe.Biyareke pir baş e, bira baş bikutin tirkan.

Yê me kurdan tiştekî em wenda bikin ji xwe nemaye.

Biyareke pir baş e, tirkan her tişt heq kiriye. Miletekî pir bêxîret e, tu carî li dijî zulmê ranabe.

Yê me kurdan tiştekî em wenda bikin ji xwe nemaye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE