22 oktober 2020

Li hemberî vê wahşetê gerek em bêdeng nemînin

 


Ji ber cahiliyê, kultureke xerab û barbar, her roj hin mêrên kurd, li ser navê namûsê keçên xwe, xwehên, jinên xwe dikujin. 


Do jî Mustafa Aslanê 21 salî, li Diyarbekrê xwişka xwe Merweya 24 salî gulebaran kir û bû qatilê xwişka xwe.


Ev wahşet e, rûreşiyeke civata me û mêrên kurd e.

Li hemberî vê barbariyê dibê em tiştekî bikin, bêdeng nemînin, wek ferd û wek civat dengê xwe bilind bikin.




Dibê partî û dezgehên kurdan, alim, mele, şêx û rîsipiyên kurd giş bi hev ra li dijî van cînayetên hovane serî hildin, li her bajarê Kurdistanê bi sedhezaran dakevin kolanan û vê zulma mêr li jinan dikin, mahkûm û rûreş bikin, malbatên, kesên vê barbariyê dikin afaroz bikin. 


Dibê wek ferd, wek civat, wek milet, wek hêzên siyasî em li dijî vê wahşeta li hemberî jinan tê kirin derkevin. 

Ev ne tu hawa ye, tiştekî ji medenîyetê, însanîyetê dûr e. 

Jinên mest û mezin ne malên mêran in, mafê wan jî heye wek mêran jiyana xwe bijîn. 

Mêrê, malbata wê jiyanê rast nebîne kane têkiliya xwe jî qut bike.

XXX
Ji do da ye tirk hin gundên bajarê Eyn Îsa topbaran dikin.

Ev bêbav bela xwe ji me venakin.

Heta ew ji me xurttir bin, bizanibin em nikanin bi wan û kes jî li ser me naxeyide, ewê tim me terorîze bikin. Ji kêfa ewê zulmê li me bikin.

Çimkî gava tirk zulmê, îşkencê li kurdan dikin, gava kurd perîşan dibin, bi çolan dikevin ji kêfa bezê ser dilê tirkan dihele.

Her cara leşkerên wan çend kurdan dikujin, çend malên kurdan wêran dikin, di nava tirkan da dibe şahîyeke mezin, medya tirk tavilê qatilên xwe pîroz dike.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE