18 oktober 2020

Li êrîşên dijmin temaşe neke, sibe ewê dor were te

Kîjan partî dibe ferq nake, li hemberî êrîşên dijmin dibê em kurd xwedîtiyê li hev bikin, piştgiriya hev bikin, bi dengekî bilind êrîşên neyarên xwe protesto bikin.

Bira dijminên me bibînin kurd li hemberî neyarên xwe bi hev digrin, diçin gazî û hawara hev.

Em giş bindist in. Bindest dibê tim alîkariya hev bikin. 

Ferqîyetên me yên îdeolojîk, siyasî, dînî meseleyeke din e, ev cudahî dibê nebe sebebê em li hemberî neyarên xwe alîkariya hev nekin. 

Dost jî, dijmin jî di rojên xerab da xuya dibe, dema dijmin êrîşî yekî ji me kir, yê din dibê lê temaşe neke, sibe ewê dor were wî.

Hukûmeta Kurdistanê, PDK, partiyên Kurdistanê dibê li hemberî êrîşa do ya ser PDKê û şewitandina ala Kurdistanê bêdeng nemînin, reaksiyoneke sert nîşan bidin. Sistî ewê êrîşkaran aşûnî bike, biwêribin tiştên wiha dubare bikin. Lema dibê sûcdar werin girtin û werin cezakirin.

 XXX

Di van rojên xerab da dibê em bêhêvî nebin, surprîzên dinyayê pir in, kê texmîn dikir Seddam Husên ewê hewqasî zû here û aqûbeta wî ewê ev be…

Me gelek rojên wiha dîtine, ev roj jî ewê derbas bin.

 XXX

Rastiyeke heye em ji tirkan fêrî tiştê baş nebûne, her tiştê em ji rast, çep û dîndarên tirkan fêr bûne di eleyhê me da ye, zirar daye me.

Ez kanim bibêjim ji sedî 99ê vê wiha ye. Hevaltiya bi tirkan ra zirar daye me.

Dîndarên me bûne xizmetkarên faşîstên tirk û çepên me jî bûne bindestên çend çepên tirk ên marjînal û bêkes.

Bi milyonan meriv li pey meriv be û meriv rabe çend tirkên bêkes û belengaz bike serokê xwe.

Ev ne karê aqil e, tirkan em gêj kirine, heyf. Gelek kes hîn jî ji vê serokatiya çepên tirk şerm nakin, normal dibînin.

 XXX

-Aqil dişibe şûrekî herdu devê wî tûj, qerekter doxa wî ye, dox nebe qîmeta şûr tuneye.

U. Bodenstedt

Di van rojên xerab da û bi xêra medyaya sosyal, kî çi mal e, qerekterê wî/wê çi ye me nas kir.

Hinek wek petêxê kurmî derketin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE