19 oktober 2020

Ez bûm ga

Mazûban merivekî pirî çikûs û çavbirçî bû. Piştî kevçiyek, du kevçî li birincê xist û du çênî goştê mirîşkê kir devê xwe, ji mîvanê xwe ra got:

Heyran, wele min pir xwar, ez bûm ga.

Mîvên bala xwe dayê, mizicî, got:

-Wele ez hîn nebûme golik...

 

Mesaja diz

Li taxekê dizan tim camên ereban dişkandin û teybên wan didizîn. Ji bo ku diz nekevin eraba wî, yekî nivîsek wiha da ber cama ereba xwe:

-Bela sebeb camê neşkîne, di erebê da teyb tuneye.

Roja din bala xwe dayê erebe tuneye. Li ciyê erebê notek hatiye danîn:

-Bêxem be, ezê teybekê têximê…

 

 Meqbûz li ba me ye

Di civîneke çapemeniyê da rojnamevanek ji George W Bush dipirse, dibêje:

-Hûn çawa dikanin hewqasî ji xwe bawer bin û bi israr bibêjin ku di destê Iraqê da çekên kîmyewî heye? Di vî warî da delîlê we çi ye?

Bush dibêje:

-Me meqbûz hilanî ye.

 

Ew ji xwe ra dizane

Dema jina wezîr dît ku keçika xizmetkara wan bihalkî ye(himleye) gelkî aciz bû û bi hêrsek mezin ji mêrê xwe ra got.
-Keçika xizmetkar bihalkî ye, heta çend rojan ewê biwelide.
Wezîr wê got:
-Ê çi ji min ra, diwelide, nawelide ew ji xwe ra zane.
Li ser vê xemsariya wezîr, jinik bêtir hêrs bû, got:
-Lê tu zanî, keçik dibêje zarok ji te ye.
Mêrik dîsa bi hawakî xemsar got:
-Ê çi ji te ra, wiya jî ez zanim.
-Li hember vê bersîvê jinik har bû û got:
-Ê baş e, le ezê çi bikim?
Mêrik lêva xwe hil kir, got:
-Ê wiya jî tu ji xwe ra zanî.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE