17 oktober 2020

Gerek ev tirr ji van terorîstan ra nemîne

 


Terorîstên Haştî Şabî îro avahiya PDKê ya Bexdayê û ala Kurdistanê şewitandin.

Pûlisan jî li êrîşkaran temaşe kirine. Ev yek jî şêleke pir manîdar e. Heta nuha hukûmeta Îraqê tiştek negotiye.

Haştî Şabî girêdayî Îranê ye û tu ferqa wê ji Daîşê tuneye. Bêyî emrê Îranê terorîstên Haştî Şabî tiştekî wiha nakin.

Îhtîmal e tiliya tirkan jî di êrîşê da hebe, yanî çeteyên girêdayî Tirkiyê bi Haştî Şabî ra ev êrîş kiribin.

Dibê ev alîyê meselê baş were kolan. Çimkî Tirkiye jî û Îran jî ji peymana Şengalê nerehet in.

Di her êrîşa li hemberî kurdan da dibê meriv li tiliya tirkan bigere.

Hukûmeta Kurdistanê dibê alîkariyê ji hêzên mitefikan bixwaze û vê êrîşî bêbersîv nehêle. Gerek ev êrîş, ev tirr ji van terorîstan ra nemîne. 

Jiyana bi van hovan ra ne mimkûn e, çare û xelasî serxwebûn e, wekî din tu rê tuneye.



Heşda Şebî îro li Bexdayê êrîşî baregeha PDKê kirin û baregeh bi tevayî şewitandin. Hêzên ewlekariyê li êrîşkaran temaşe dikirin.

Mesele cidî ye. Hela ka em binêrin bersîva kurdan ewê çi be.

XXX

 Kurdistan û her çar welatên Kurdistan dagir kirine dikelin. Şer û pevçûn giş li ser serê me ye, dixwazin rê li ber azadiya me û çêbûna Kurdistanê bigrin. Loma tirk, faris, ereb nola gurên har, bênabên êrîşî me dikin. Ji bo Kurdistan çê nebe, her hovîtiyê, her dînîtiyê dikin.

Bûyer pir bi lez diqewimin, meriv nizane sibe ewê çi bibe. Lê tiştê xuya dike li van welatan gelek hedîseyên mezin, yên nuha meriv texmîn nake ewê bibin. Tirkan çarhawêlî xwe kirine mayin, her tim kane teqîneke mezin çê bibe. Îraq û Sûriye jî dikele.

 

XXX

 -Du tişt muhîm in, ya yekê wek okyanûsekê heysîyet e, ya duduya jî wek Elîfekê tîk şexsîyet e.

Mewlane

-Min pir însan dîtin, kinc lê tunebûn. Min gelek kinc dîtin, di nav da însan tunebûn.

Mewlane





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE