17 oktober 2020

Ewrûpî bi destên xwe tirkan çekdar dikin û berra bedena xwe didin

Ewrûpî xwe pir biaqil dihesibînin, lê pir ehmeq in, bi destê xwe, bi perê xwe, bi sîlehên xwe tirkan xurt û çekdar dikin û berra bedena xwe didin.


Bi hesabê ew pera qezenc dikin, sîlehan, balafiran, keştiyan, teknîkê difroşin tirkan, wer bawer dikin pera qezenc dikin, tirkan dixapînin.

Tirk jî bi sîlehên ji wan kirîne, bela xwe di wan didin, çavsoriyê li wan dikin, xûgiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê digrin.

Yanî tirk donê ewrûpiyan di serê wan didin, bi xûga ji Yekîtiya Ewrûpayê digrin xwe bi hêz dikin, sîlehan dikirin û bi sîlehên ji ewrûpiyan kirîne li Derya Sipî qebedayîtiyê dikin, şerê kurdan dikin, Kurdistana Başûr û Rojava dagir dikin, êrîşî Qerebaxê dikin. 

Ne pere û sîlehên ewrûpiyan be tirk nikanin xîçekî jî bavêjin ji kesî da, nikanin bela xwe di Yûnanîstanê û Qibrisê bidin, nikanin herin Qerebaxê şerê êrmeniyan bikin, nikanin meaşê terorîstên Daîşê bidin. Van tiştan gişan piranî bi pere û sîlehên ewrûpiyan dikin.

XXX

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Pompeo, di mesela Qibrisê da Tirkiye rexne kiriye, gotiye, ”Tirkiyê û Qibrisê bi vekirina beşekî Maraşê gaveke prowakatîf avêtine…”

Peyvê wiha misqalekî jî tesîrê li tirkan nake, di vî guhê wan ra dikevê, di guhê din ra derdikeve.

Dibê hûn lêxin, ambargoyê deynin ser, Ewrûpayê li wan yasax bikin. Heta ev nebe tirk dev ji berdûşî û rêbirrîya xwe bernadin.

 

XXX

Mahkimeya tirkan, îtîrazên kesên ji doza Kobanê hatine girtin red kiriye.

Ne rast e meriv li Tirkiyê ji bo kurdan qala mahkimê û edaletê bike. Tiştekî wiha tuneye.

Tirkan bi îmkanên dewleta xwe em kurd êsîr girtine û hinekên jî zindan kirine. Tiştê bi navê mahkemê tê kirin parodîye, qeşmerîye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE