17 oktober 2020

Keştiya Nûh

 Di otoboza nava bajêr da çavê mêrik bi jineka pir qelaw ket. Ji jinikê ra got:

-Maşala, maşala, ma qey fîl jî li vê otobozê siwar dibin?

Jinikê xwe aciz nekir, got:

-Ev otoboz wek Keştîya Nûh e, ker jî lê siwar bûne û fîl jî.

 

Meraq

Keçika biçûk ji diya xwe pirsî:

-Dayê, tu bi bavê min ra çawa zewicî?

Jinik dageriya ser mêrê xwe yê lêvdaliqî, pozkuftikî û çavbeq, jê ra got:

-Tu dibînî, gede jî fêm nake….

 

Girî

Yekî pir zengîn mir. Sînoyê bêkes di şînê da kûr, kûr digriya, li çonga xwe dixist, digot wey li min bavo.

Yên li dorê jê pirsîn, gotin:

-Law tu ji bo hewqasî digrî, rahmetî ne bavê te ye, ne jî merivê te ye?

-Ê ji xwe ez jî bo wê digrîm, ji şansê min î xerab ra ne bavê min e…

 

Ne xwezî û ne jî pere

Belediya Anqerê cezayê tûkirina erdê kiribû 500 lîra. Kalekî kurd bi rê da rastî zabîteyekî belediyê hat, silav lê kir û jê pirsî:

-Bira, minê ji te tiştek bipirsiya, dibêjin li gorî biryara belediyê cezayê tûkirina erdê 500 lîra ye. Gelo cezayê tûkirina ruyê însanan çiqas e?

Zabite keniya, got:

-Apo, li vî bajarî merivên tu tûyî ruyê wan kî hewqasî pir in, hewqasî pir in, ji bo ku tu tûyî ruyê gişan kî ne xwezîya te têrê dike, ne jî perê te…

 

Temen

Xoce Nesredîn li bajêr ji xwe ra qijikek(qirikek) kirîbû. Yên qijik di dest Xoce da dîtin, meraq kirin, gotin:

-Xoce, ma te ev qijik ji bo çi kirî?

Xoce got:

-Min di kitêbekê da xwend, di wir da digot qijik kane heta 300 salî bijî. Min got ka ez bizanim gelo ev yek rast e ya derew e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE