16 oktober 2020

Gerek meriv hinekî bi îstîkrar be

Hevpeyvîna Altan Tan ya bi rojnameya Aydinlikê ra û gotinên li wir gotine tu tiştek li şexsîyeta wî zêde nekir, lê gelek tişt jê da wendakirin.

Şexsîyeta însanekî ya rastîn dema di heqê dost û hevalên xwe yên berê da dipeyive xuya dike, xwe dide dest

Aydinlik çavkaniya fêsadiyê û neyartiya miletê kurd e. Îro li Tirkiyê MHP jî bi qasî vê rojnamê û partî û hêza li pişt wê neyartiya kurdan nake. Meriv di rojnameyeke wiha da HDPê rexne nake, nabe şahidê neyarên kurdan.


Ez ji rexnekirina HDPê ne aciz im, e
z ji her kesî bêtir HDPê rexne dikim, bira ew jî rexne bike. Lê ne di Aydinlikê da û ne bi vî rengî. Dibê meriv her tiştî mubah nebîne.


XXX

Gelek kes kurmancî şaş dinivîsin, peyva dibê bi hev va were nivîsîn cihê dinivîsin û peyav dibê cihê were nivîsîn jî bi hev va dinivîsin.

Kurmancî meriv çawa dipeyive wer dinivîse, yanî di axaftinê da meriv peyvê çawa dibêje, di nivîsê da jî wer dinivîse. Dibê meriv bala xwe bidê, peyvê hêce bike, peyv di axaftinê da çawa tê gotin, yanî cihê, ya jî bi hev va, wer jî binivîse. Mesela:

.Ez nuha li mal im û vê nivîsê dinivîsim.

-Îşev mîvanên me hene.

-Kurdî zimanekî xweş e.

-Em kurd gerek bi hev ra, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.


XXX

Wezîrên karên derve yên Fransa û Almanyayê gotine ”heger Tirkiye hetanî hefteyekê dev ji provakasyonên xwe bernede, xwedêgiravî ewê hin gavan bavêjin.

Yekîtiya Ewrûpayê ev çend car in vê gefa xwe dubare dike, lê naxe praktîkê, di gotinê da dimîne.

Tirk bêyî ço û zorê ji tiştekî din fêm nakin, dibê YE nîşan bide ew blofê nakin, cidî ne. Gerek tirk sîleyekê bixun, ya na nasekinin.

 

 

XXX

Terorîsta Tunisî Soumaya Raissi jî li Tirkiyê, li Edenê li ser daxwaza Fransayê hatiye girtin.

Fransa wek Daîşiyeke pir talûke bi bultena sor li Soumaya Raissi digeriya. Serê vê terorîstê jî wek hemûyên din li Tikriyê derketiye.

Çimkî Tirkiye cî û warê, mala terorîstên Daîşê û îslamî ye, ew êdî çekdarên Tirkiyê ne.

Ma ewê ku da herin ?

Helbet ewê li mala xwe bin.

Gava serokê Daîşê El Bexdadî mîvanê Tirkiyê be, di mala wan da were kuştin, hebûna terorîsteke wek Soumaya Raissi li Tikriyê qet ne xerîb e. Bi hezaran terorîstên îslamî ji bo wezîfeyên nuh li Tirkiyê ”bêslî” dibin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE