15 oktober 2020

Çend numûne ji heqaretên tirkan

 Em giş zanin tirk ji me kurdan hez nakin, me nezan, cahil û kêmaqil dibînin. Piraniya tirkan, belkî ji sedî 99ê wan kurdan neyarê xwe dibînin û naxwazin li tu derê kurd ji bindestiyê xelas bibin, bibin xwedî dewleteke netewî.

Di edebiyata tirkî ya devkî û nivîskî da li ser kurdan bi me kurdan gotinên kurdan biçûk dixin hene, hinekên wan gelekên me bihîstine, hinekên wan me nebihîstine. 


Min ji van gotinan çend heb wergerandin kurmancî, ji bo ku kesên ew gotin nebihîstine jî wan bibîne.


Ji bo ku tirk ji me hez nakin û di heqê me da gelek gotinên ne xweş gotine ez xemgîn nabim, nabêjim ax wax, çima tirk ji me hez nakin, ya jî tirkan çima ev gotinên ne xweş li ser me gotine. 


Dijmin e ewê bibêje, dijminê meriv, dagirkerê welatê meriv ji meriv hez nake û meriv di ser xwe ra nabîne.


Tirk çawa ji me hez nakin, ez ji jî tirkan hez nakim û li ser wan tiştê ne xweş dibêjim.
Tirkan welatê me dagir kirine û em ketine bin destê wan. Miletê welatê meriv dagir bike ji meriv hez nake, dijminatiya meriv dike, ev yek rastiyeke. 

Helbet di nav tirkan da hin îstîsna hene, lê ev jimar pir hindik e û rastiya heye naguhere.


Tirk bi roj û şev dua dikin ji bo ku kurd tu carî azad nebin û li tu derê nebin xwedî dewlet, tu carî Kurdistan çê nebe. Kurdistanê wek kabûsê xwe dibînin


 -Kurd gava zikê wî têr bibe çav li çaroxa xwe ye
-Kurd gava rûnê wî pir dibe, him dixwe, him di ruyê xwe dide
-Kurd, bikute qûna wî, rûnê wî derxe, di serê wî bide
-Di qismê kurd da aqil tuneye.
-Xwedayê kurd tuneye.
-Kiro
-Kurdên eşqîya
-Xwedê kurd xuliqandina ji bo ku çiya xalî nemîne.
-Xwedê kurd nexuliqanda ker ewê pir qîmet bûya.
-Yekê nede kurd, ewê duduya bixwaze, rû nede kurd, ewê astar bixwaze.
-Dema meriv li gawir dinêre, kurd misilman xuya dike.
-Li gorî yê xiristîyan kurd misilman e.
-Kurd e, ziman nizan e, rê nizan e.
-Aqilê yê kurd ya gava dirrî, ya gava baz dide tê serî.
-Kurdê bi boçik.
-Kurd ewlîya be jî nehêle were hewşê.
-Qereçî lê dixe, kurd dilîze
-Kurd xwarina xwe berê dide kûçikê xwe, dû ra ew dixwe
-Ji hirçê post, ji kurd dost nabe.

-Ji kerê ra gotine kurd, çel rojan êm nexwarîye.
-Ker ji xoşabê, kurd ji gotinê fam nake.

-Fersendê nede kurd ya Reb, bira nebe sultanê welêt
Bira çaroxa nigê wî teng be, tu carî îflah nebe.
Bi ço lêxe, bigre nanê wî ji dest, bira zikê wî têr nebe.
Ji vê kaniyê bira gawir avê vexwe, rûm vexwe, ji kurd ra nesîb nebe…

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE