14 oktober 2020

Kurdistana Başûr ji xortan vala dibe

Heger ev xeber rast be Kurdistana başûr vala dikin…

Li gorî Rûdawê nivîsîye, ji bo çûna Ewrûpayê ”di du mehên dawî da ji parêzgeha Duhokê zêdetirî 11 hezar kesan daxwaza vîzeya Tirkiyê kirine.” Piraniya wan jî xort in.

Ev felaketeke mezin e, valabûna Kurdistanê ye. Di nava du mehan çawa dibe 11-12 hezar xort bixwazin welatê xwe biterikînin û bi çolan kevin?

Ne rûdaneke normal e, li pişt koçeke hewqasî mezin miheqeq hin hêz hene, pilaneke siyasî heye.


Tiştê bûye sebebê bi hezaran xortên me dixwazin bi çolan kevin çi ye ?

Dibêjin sebeb bêkarî ye, lê ez dibêjim ne ev tenê ye, ev wek tiştekî bi organîze xuya dike.

Ez bi xwe ji tirkan şikê dikim, ajan û sîxurên tirk xortan teşwîqî koçberiyê dikin, dixwazin demografiya Kurdistana başûr jî biguherînin.

Geleo Hukûmeta Kurdistanê li hemberî vê valakirina Kurdistanê çi dike, çi tedbîr girtine? 

Gelo ewê li valabûna Kurdistanê temaşe bike, bihêle çiqas keç û xort giş Kurdistanê bi cî bihêlin? 


Medyaya başûr zêde qala vê bûyerê nake, lê bi baweriya min hedîse pir mezin e, dibê medya vê yekê minaqaşe bike. Dibê berpirsiyar tiştekî bikin, tedbîrekê bigrin.

XXX

Her roj em dibihîzin tirkan li vir û li wir kurdî qedexe kirine, lewhe û tabeleyên bi kurdî daxistine, piyesa bi kurdî qedexe kirine, agahiyên bi kurdî ji malperên belediyan derxistine.

Reaksiyona me li hemberî van kirinên tirkan tenê gilî û gazin e.

Yek kurd nabêje êdî ezê bi tirkî nenivîsim, ezê nebim nivîskar û şairê tirkî. Ezê bi zarokên xwe ra hew bi tirkî bipeyivim.

Yanî li hemberî van kirinên tirkan tiştê em bikin dibê ne gilî û gazin tenê be, wek ferd, wek civat dibê em jî bersîveke radîkal bidin tirkan.

XXX

Li gorî çavdêriyên min ên medyaya sosyal, jin li gorî mêran li hemberî hev bêtir henûn û dilbirahm in, xwedî tolerans û xêrxwazên hev in. Wek mêran ji hev nadexisin, bela xwe di hev nadin, dilê hev nahêlin, zû hol nabin, zû peyva dawî ji hev ra nabêjin, ji hev hez dikin, şerm nakin pesnê hev didin.

Ez tim dibêjim, xwezî em mêr jî wek jinan dilxwaz û xêrxwazê hev bûna, xwezî me jî bi qasî jinan ji jev hez bikira. Xwezî em jî bi qasî jinan bînfire, xulqfire, nazik û kibar bûna.

Aqûbet awan li serê me be…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE