14 oktober 2020

Dawiya derewên we hatiye

 Waliyê Stenbolê Yerlikaya gotiye: ”Pîyesa Bêrû ne ji bo ku bi kurdî ye, ji bo ku propagandeya PKKê dike hatiye qedexekirin.!"

Bêguman walî derewa dike, di pîyesê da tiştekî wisa tuneye. Çimkî pîyes ya Darîo Fo ye û bi tirkî jî hatiye lîstin.

Li ser vê demagojiya walî Yerlikaya, Mihemed Sanri gotiye: ”PKK çoyê di destê wan da ye. Bixwzin li kê xin dibêjin PKK” û lêdixin.

Bi rastî jî wisa ye. Kî li dijî zulm û terora wan rabe bi ”çoyê PKKê” li wan dixin.

Bi ”çoyê PKKê” bi dehhezaran kurd avêtine zindanan.

Bi ”çoyê PKKê” Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî dagir kirin.

Bi vî çoyî Kurdistana başûr dagir kirine û her roj bombebaran dikin. Û gelek nezan, cahil û kêmaqil jî ji vê vira tirkan bawer dikin.

Vir e, her kes zane pîyesa Darîo Fo ”Bêrû” propaganda PKKê nake. Derdê we ne PKK ye, kurd in, zimanê kurdî ye. Hûn PKKê ji teror û neyartiya xwe ra dikin maskê, ev rastî pir vekirî û beloq e.

XXX

Dewleta tirkan ji 6ê mehê va ye li Rihayê ev çar Dayikên Aştiyê êsîr girtine. Mahkima derewîn cara duduya ye dema girtîmayina wan dirêj kiriye.

Çima girtine?

Çima bernadin?

Belkî dayikên kurd gûyê kûçikên xwe kirina devê wan haya me jê tuneye, lema ew girtine û dixwazin wan ceza bikin!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE