14 oktober 2020

Çavuşoglu wek her tim dîsa "ÇO" nîşanî Yekîtiya Ewrûpayê da !

 


Wezîra karên derve ya Swêd Ann Lînde do li Anqerê bû. Lînde û wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu bi hev ra civîneke çapemeniyê çê kirin. 


Ji ber ku Ann Lînde got dibê Tirkiye ji Sûriyê û ji Qerebaxê vekşe, li Derya Sipî tansîyonê daxîne û bela xwe di Qibrisê û di Yûnanîstanê nede, Çavuşoglu aciz bû û berê xwe bi Lînde da kir û bi hêrs jê ra got:

”Hûn kî ne ku hûn me rexne dikin ? Hûn Tirkiyê bi tunebûna mafê mirovan û azadiyên fikrî îtham dikin.


We destûra rexnekirina me ji kê girtiye? Gelo Sûriyê wezîfeyeke wiha daye Swêd û Yekîtiya Ewrûpayê?
Heger em ji Îdlibê vekşin ewê 3 milyon miltecî were Ewrûpayê.”

Li ser vê qebedayîtî û zirzopiya Çavuşoglu, Ann Lînde bersîveke xweş da, got:

”Ez li vir mîvan im, naxwazim bi te ra minaqaşe bikim. Ez tenê hêvî dikim li Tirkiyê her kes wek te kanibe fikrê xwe vekirî bibêje…” û civîn qedand.


Çavuşoglu Yekîtiya Ewrûpayê bi şandina 3 milyon miltecî tehdît dike, dibêje heger hûn ji me ra bibêjin ji Sûriyê vekşin, emê jî 3 milyon miltecî bişînin ser we.


Dîplomasiya tirkan her tim “ço” ye, çoyê wan tim di destê wan da ye û li ba dikin. Çavuşoglu “ço” nîşanî  Ann Lînde jî da.


Tirkan fêda “çoyê” xwe dîtine, bi xêra ço û zorbatiya xwe, Kurdistan girtin, Qibris girtin, Hatay girtin, Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî girtin. Kurdistana başûr dagir kirine, milyonek û nîv êrmenî qir kirin. Milyonek rûm bi darê zorê ji malên wan derxistin û şandin ser Yûnanîstanê. 


Û ev sûc giş ji wan ra ma. 


Ji bo wê jî tirk tim “çoyê” xwe li ba dikin, tim devê tivingê nîşanî xelkê didin.  


Di civîna do da jî Çavuşoglu ”ço” nîşanî Ann Lînde û Yekîtiya Ewrûpayê da û got, heger hûn şert mertan li ser me ferz bikin, bibêjin ji Sûriyê vekşin, emê 3 milyon milteciyên din bişînin ser we.


Ez tim dibêjim, bi vê siyaseta tirsonek, bi bertîlkirinê, bi dana xûgiyê tirk rehet nasekinin, bêtir diazirin, aşûnî dibin. 


Dibê ewrûpî êdî viya fêm bikin û ew jî ne ”gizêrê”, êdî ÇO nîşanî tirkan bidin. Heta Yekîtiya Ewrûpayê viya neke, tirk rehet nasekinin û bela xwe ji wan venakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE