02 oktober 2020

Jînda Zekîoglu xanimê rast gotiye

 


Jînda Zekîoglu di twîtteke xwe da tiştekî pir rast û di cî da gotiye, lê hin kesan twîtta wê şaş fêm kirine û lema jî ew rexne kirine. Min twîtta wê wergerand kurmancî. Twîtt wihaye:

” Tirkiye wek girtîxaneyeke mezin e. Meriv nexwaze ji vê girtîxanyê xelas bibe, ji dêlî wê bi dildarî bixwaze girtîxanê û birêvebirên wê bi hev ra îdare bike psîkolojiya êsîr û koleyan e."

Hin kesan peyva ”xelasbûna ji Tirkiyê”, wek reva ji Tirkiyê fêm kirine û Jînda Zekîoglu xanim rexne kirine. 


Min ew gotina Jînda Zekîoglu ne wek reva ji Tirkiyê, wek VEQETANDINA ji Tirkiyê, wek bilindkirina şîara serxwebûnê fêm kir. Lema jî ez tiştê Jînda Zekîoglu xanimê gotiye rast û di cî da dibînim û kesên maneyeke din dane vê peyva wê, ew rexne kirine neheq dibînim.

Ez Jînda Zekîoglu xanimê nas nakim û cara pêşîye twîtteke wê dixwînim. 


Piştî vê minaqaşê, min bala xwe da profîla wê û min çend twîttên wê xwendin. Gelkî kêfa min jê ra hat.

Jînda Zekîoglu bi bindestî û koletiya  xwe hesiyaye û viya dibêje û dixwaze kurdên din jî bizanibin kurd li Tirkiyê, li welatê xwe koleyên tirkan in.

Ez tim vê yekê dubare dikim. Ez kanim bibêjim li Tirkiyê rewşa me ya nuha ji ya reşikên Afrîka Başûr xerabtir e, ne baştir e.

Carê berî her tiştî hebûna me, elîfbeya me, zimanê me nayê qebûlkirin.
Jînda Zekîoglu kurdeka jîr, zana xuya dike, dibê meriv bala xwe bide twîtt û nivîsên wê û taqîb bike. Min gelkî jê hez kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE