01 oktober 2020

Yê cesareta vê êrîşê da Îranê newêrekîya Amerîkayê ye

 


Do bi şev çend fuze avêtin ji baregeha PDKê û ji balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê da. Fuze li herêmên vala, li çolê ketine, tu zirara canî tuneye. Ev baş e.

Lê diyar e bi zanîn avêtine derên vala, nexwestine vê carê kesî bikujin û zirareke mezin bidin.

Bêyî Îranê, Heşdî Şabî û gurûbên girêdayî Îranê kes nikane fuzeyan bi kar bîne, ev îşê Îranê ye, dixwaze mesajekê bide Amerîkayê û kurdan.

Girtina sefareta Amerîka ya Bexdayê jî cesareta vê êrîşê da Îranê û çeteyên wê.

Heşda Şabî êrîş înkar kiriye, lê vir e, bêyî wan û Îranê kes nikane vê êrîşê bike.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotiye ewê bersîva wan tund be. Amerîkayê gotiye ew lêkolînê dikin.

Dibê ev êrîş ji Îranê û ji çeteyên wê ra nemîne, heger bimîne Îran ewê bêtir pêşda here û hin êrîşên mezintir bike. Lema jî dibê Amerîka bersîveke baş bide Îranê û çeteyên wê, ya na Îran nasekine.

XXX

Dema bi însên ra nexweşiyek peyda dibe însan diçe ser tuxtor. Tuxtor miayene dike û ji bo tedawiyê dermanekî dide nexweş.

Hin nexweş baş nebin, xelas nebin jî, lê piraniya nexweşan bi tedawiyê baş dibin.

Wek vê numûneya merivê nexweş, ji kurdên bûne hevalên dijminê xwe ra jî dermanek, tedawiyek lazim e.

Ji kurdên Kurdistana bakur bi sedhezaran kes bûne zilam û şûrkêşên dewleta tirkan, rahîştine sîleha dijminê xwe û şerê gelê xwe dikin. Li welatê xwe bûne nûner û berdevkên dijminê xwe û nahêlin gelê wan ji bindestiyê xelas bibe.

Dibê zana, sosyolog, siyasetmedar ji bo ku ev kurdên bûne xayinên gelê xwe dev ji xayintiyê û hevaltiya dijmin berdin tiştekî bikin, çareyekê, demanekî pêşniyar bikin.

Em çi bikin, çawa bikin ji bo ku van kurdan ji zilamtî û xulamtiya tirkan xelas bikin?

Heta hewqa kurd hevalên dewleta tirk bin, em nikanin zora dijmin bibin, hevalbendiya dewleta tirk, partiyên tirkan dibê rûreşiyeke mezin

 

XXX

Tirkan navê kurdan, peyva kurd ji kitêba tarîxê ya lîseyê derxistine. Ne tiştekî ecêb e, çimkî tirk dixwazin kurdan ji ruyê dinyayê rakin û ji bo vê jî çi ji destê wan tê qet texîr nakin.

Lema jî ez bi xwe bi vê biryara tirkan matmayî nemam û tu gazinekê jî ji wan nakim.

Ez zanim tirk, dewlet û hukûmeta wan neyarên me yên pir xedar in û wek gurên har bi şev û roj li dû me ne.

Lê tiştê min xemgîn dike, diqeherîne, bi sedhezaran kurd hîn jî xulamtiya tirkan û dewleta wan dikin.

Tirk çi bikin jî qet pozê wan naşewite, dev xulamtiya wan bernadin.

Ji xwe sebê tirk diwêrin navê kurdan, peyva kurd ji kitêbên dersê derxin kurd bi xwe ne, ji ber bêxîretîya, xwefiroşiya hin kurdan tirk wiha dikin.

Çimkî tirk zanin ew çi bikin jî hin kurdên bêheysîyet, koleyên tirkan ewê tim bi wan ra bin, ewê tu carî xwe ji wan aciz nekin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE