01 oktober 2020

Gerek medyaya kurdî jargona tirkan bi kar neyne

 


Vê sibê li Qersê pûlisên tirkan avêtine ser çand malên kurdan û 19 kes êsîr girtine. Ji bo dewleta tirkan bûye rûtîneke rojane, her roj digrin ser malên kurdan û çend kesan dîl digrin û davêjin zindanê.


Tiştê ecêb, her cara tirk digrin ser malên kurdan, RÛDAW di xeber û manşetên xwe da dibêje ”di encama operasyonekê da nizanim çend kes hatin desteserkirin…”


Di xebera xwe ya girtiyên Qersê da jî gotiye ”  Li bajarê Qersê di encamaoperasyonekê de berpirsên şaraderiyê jî di nav de 19 kes hatin desteserkirin.”


Di xeberê da tiştê ez şaş dibînim bikaranîna peyva, navdêra ”OPERASYONê” ye. Bikaranîna navdêra ”operasyonê” şaş e, ne ciyê wê ye.


Li meydanê tu ”operasyon” tuneye, pûlisên tirk girtine ser malên kesên ederesên wan diyar in û 19 kes ji nava nivînên wan rakirine û êsîr girtine. Kes nereviya ye, kesî xwe veneşartiye, pûlisên tirk bi dû kesî neketine…


Tirk ji bo girtinên wiha dibêjin ”operasyon” lê şaş e, mexsûs qeşmeriyê dikin. Bi tirkî payva, navdêra rast ”baskin” e, yanî girtina ser malan e.


Dibê medyaya kurdî jî vê şaşiyê neke, di xeberên xwe da vê jargona tirkan bi kar neyne. Ev termînolojî him şaş e, him ne xweş e. Tirk dibêjin bira bibêjin, dibê medyaya kurdî wek wan nebêje.


Operasyon, maneyeke wê emelîyat e, emelîyatkirine; maneya wê ya din jî gava sûcdar birevin, xwe veşêrin û pûlis ji bo girtinê bi dû wan kevin, ev dibe ”operasyon”.


Tiştê pûlisên tirk her roj li hemberî kurdan dike û îro li Qersê kiriye ne operasyon e, girtina ser malan e, avêtina ser malan e, dîlgirtina kurdan e. Navê vê jî ne ”operasyon” e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE