03 oktober 2020

Hasil çûye Mûsil hîn nuh bi xwe hesiyan e

Hin kesan bi salan, heta tevayiya jiyana xwe dan propagandekirina "biratiya gelan", hevkariya bi tirkan ra, li ser vê teorî nema çênekirin. 

Lê nuha, piştî Hasil çûye Mûsil, dibêjin tu ferqa CHPê, MHPê, AKPê, Iyi Partiyê tuneye, tirk, partîyên tirk giş li pişt siyaseta Erdogan, Bahçelî, Akar ya dagirker in. Dibê kurd dev ji xelaskirina Tirkiyê berdin û siyaseteka kurd û Kurdistanî bidin berxwe.

Tiştê osmaniyan wenda kirin, tirk dixwazin paş da bigrin û ji bo vê jî dixwazin kurdan jî wek êrmeniyan ji ortê rakin.

Ez bi dora serî, em serê salan e, her roj viya dibêjin, tirk dixwazin kurdan bi tevayî tasfîye bikin.

Ev yek ne hedefa Bahçelî-Erdogan tenê ye, partiyên tirk hemû, piraniya tirkan jî li pişt vê hedefa Erdogan-Bahçelî ne. Bi partiyê Tirkiyê, bi tifaqa bi partiyên tirk ra kurd gorra xwe dikolin. Dibê kurd xwe bidin ser hev û wek hêzeke kurd û Kurdistanî xwe biparêzin.

XXX

Qeyûmê belediya Qersê Turker Oksuz, wek waliyê dewleta dagirker, berî dest bi wezîfeya xwe bike, li ber belediya bi darê zorê ji kurdan girtine ”Nimêja Fethê” kir.

Tirkan li ber Mizgefta Ayasofyayê jî ”Nimêja Fethê” kirin û ji wan ra ma. Berê dagirkeriya xwe vedişartin, lê êdî dagirkeriya xwe venaşêrin, ”Nimêja Fetha” xwe dikin.

Baş bizanibin ev zulm ewê ji we ra nemîne...

Turke Oksuz ji Xarpêtê ye, îhtîmal heye kurd be. Geleo kesê wî nas dike heye?

XXX

Kemal Silêmanî di hevpeyvîna xwe ya bi Jînda Zekîoglu ra dibêje misilmaniya/îslama kurdî tuneye, bi destê dewleta tirk a kolonyalîst hatiye pûçkirin û tunekirin.

Îslama tirk û tirkan heye, lê ya kurd û kurdan tuneye. Îslamîstên kurd wek yên tirk ne nasyonalîst in û doza azadî û serxwebûna kurdan nakin, piraniya wan hevalên dewletê ne.

Hevpeyvîn di rojnameya Le Monde Dîplomatique Kurdî da heye. Hevpeyvîneke pir xweş e.

Kemal Silêmanî akademîsyenekî ji Kurdistana Rojhilat e, li Amerîkayê dijî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE