03 oktober 2020

Ji ber tirsonekiya ewrûpiyan tirk diwêrin vî hukma bikin

Erê tirk har in, êrîşkar in, çavê wan yekî bibire çavsoriyê lê dikin, dest dixin xinaqê û dixwazin bifetisînin. 

Lê sebebê tirkan wêrîbû Sûrîye û Kurdistana rojava dagir bikin, bela xwe di Qibrisê û Yûnanîstanê bidin û nuha jî êrîşî Qerebaxê-Ermenîstanê bikin Amerîkaye, Yekîtiya Ewrûpayê û Rûsya ye, wan destûr neda, wan nehîşta tirkan newêrîbû li cîranên xwe, li der û dora xwe vê zulmê û vê çavsoriyê bike.


Heger Azerî Qerbaxê paş da bigrin Erdogan ewê bêtir har bibe, ewê êrîşî hin welat û hin derên din bike.


Ji xwe qirkirina me kurdan program kiriye, ew zane ew çi bînin serê me, bi milyonan jî ji me bigrin û bikujin Ewrûpa, dinya dengê xwe nake. Ev bêdengiya dinayê cesaretê dide tirkên devbixwîn û bêtir wan har dike.


Zorbatî, çavsorî, dagirkerî û talan bûye kultura tirkan. Ji ber ku heta nuha çi kirine ji wan ra maye, tu bedelek nedane. Heger felaketeke mezin neyê serê wan rehet nasekinin. Mesele ne Erdogan tenê ye, ew here bi sedan kesên wek hene. Lema jî dibê felaketeke mezin were serê tirka, wek Şerê Cîhanê Yekê, dîsa têk biçin.

 XXX

Yekîtiya Ewrûpayê şertên Erdogan, xûgiya xwestiye qebûl kiriye, ewê çend milyarên din xûgiyê bidinê. Ji bo kanibe meaşê çeteyên xwe yên îslamî bide û şerê xwe yê li hemberî kurdan û Êrmenîstanî bidomîne. Nuha bêtir pere jê ra lazim e. Lema jî çgerek Yekîtiya Ewrûpayê xûgiya didinê zêde bikin.

Erdogan heta nuha bi tehdîda koçberan ji Yekîtiya Ewrûpayê salê 2-3 milyar Euro xûg distend. Belkî hîn jî zêdeye, hevalên zanin bira meblaxê rast bibêjin.

Lê nuha bi kirîza Derya Sipî, Egeyê û bi gefa şerê bi Yûnanîstanê ra meblaxê xûgiyê zêde kiriye. Ji bo ku êrîşî Qibrisê û Yûnanîstanê nekin, Yekîtiya Ewrûpayê şertên wî qebûl kiriye, meblaxê xwestiye ewê bidinê. TVya Swêdî got Yekîyiya Ewrûpayê biryar daye ewê ”alîkariyê” (!) bi Tirkiyê ra bike. Lê reqema ewê bidinê negot. Yekîtiya Ewrûpayê ji bo tirkan bûye manga bi ga.

 XXX

Ji Zîrweya Serokên Yekîtiya Ewrûpayê wek min texmîn dikir, li hemberî Tirkiyê fortên vala derket.

Seroka Komîsyona Ewrûpa Ursula von der Leyen, ”gotiye heger Tirkiye di avên Qibrisê da, di lêgerîna gazê da israr bike, dev ji provakasyonên xwe bernede, emê di meha 12a da ambargoyê deynin ser Tirkiyê…”

Weleh hûn newêrin tu gûyî jî bixwin...

Li dinyayê tu rêxistineke din bi qasî Yekîtiya Ewrûpayê rezîl, bêşexsîyet, virek, pûç, balon, fisek, newêrek tuneye.

Erdogan û tirkan ev yek baş fêm kirine, lema jî qurişekî xwe jî di gotin û gefên Yekîtiya Ewrûpayê nadin, bi van gefên wan dikenin.

Erdogan salê 2-3 milyar Euro xûgiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê digre û pê çeteyên îslamî, Daîşê fînanse dike, meaşê wan dide.

Yekîtiya Ewrûpayê mişk e, Erdogan-Bahçelî jî pisik in. Mişk çi fortê bide xwe jî, pisik ji mişk natirse, çimkî zane mişk nikane zirarê bide wê.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE