04 oktober 2020

Derya Swîsrê û edaleta Tirk

 Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo hin hevdîtinan çûbû Siwîsreyê(Îswîçreyê). Serokwezîrê Siwîsreyê, wezîrên xwe bi Erdogan dida naskirin:

“Birêz Erdogan, ev wezîrê me yê tîcaretê ye, ev wezîrê me yê gumrikê ye, ev wezîrê me yê perwerdê ye, ev jî wezîrê me yê deryayê ye.”

Li ser vê teqdîma serokwezîrê Swîsreyê, Erdogan mizicî, got:

“Ecêba giran, li welatê we derya tuneye, lê wezîrê we yê deryayê heye. Ev çawa îş e?

Serokwezîrê Siwîsreyê got:

“Serokkomarê ezîz, li welatê we jî edalet tuneye, lê dîsa jî wezîrê edaletê heye...

Piştî vê bersîvê Erdogan dibe weke pisika şîr birjîne, devê xwe digre û li ser dêla xwe dikeve...

 

Ez nafroşim

Du virekan xwe dabûn kêleka hev û ji xwe ra têr vir(derew)dikirin. Yekî ji yê din ra got:

-Law bi ez hewqasî dewlemend im, hewqasî dewlemend im ku ez kanim dinyayê bikirim.

Virekê din got:

-Wele tu nikanî bihostekê jî jê bikirî, çimkî ez nafroşim.

 

Ardê di leganê da

Jinikê bala xwe dayê kûçikê malê ketiye ser ardê di leganê da dixwe. Rahîşt çoyekî ji bo ku lêxe, kûçik ji ser êrd bi dûr xe.

Xirînî bi kûçik ket, qîlên xwe qîç kirin, pê da ewtiya, tu nemabû rahîjê. Jinik tirsiya, got:

Bavo, bavo, çima tu diewtî min, min got ard î xav e, ewê dil û hinavê te biêşe.

 

Belqitî

Çend jin li ser kaniya gund kom bûbûn av dadigirtin. Ji dûr va peyayek berbî kaniyê ve dihat. Ji jinan yekê got.

-Ezê bizanibim ew sunnî ye ya elewî ye.

Hevaleka wê got:

-Tu yê çawa fêm bikî?

-Pir rehet e, heger piştî vexwarina avê simêla xwe bade sunnî ye. Lê heger simêla xwe ba nede û bibêje oxxx, elewî ye.

Dengê jinikê çû mêrik. Mêrik jî yekî ne hindik bû, ji kaniyê ava xwe vexwar û dû ra jî got birrrr û devê xwe pa kir û çû.

Piştî mêrik çû, jinik matmayî ma, bi dengekî mahcûpmayî got:

-Weleh min fêm nekir ev belqitî ji kîjan mezhebê ye.

 

Têlgiraf

Abûqat ji muwekîla xwe ra têlgirafek şand, got:

-Xwesiya te do êvarî çû rahma Xwedê. Tu dixwazî em wê gorr bikin, mûmye bikin yan jî bidin şewitandin?

Roja din bersîv ji abûqat ra hat. Di bersîvê da digot:

-Ji bo ku dilê min baş têkeve cî û ez jê bawer bikim, bira hersê şikil jî werin kirin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE