04 oktober 2020

Li ser gotineke şaş

 Gelî keç û xortên hêja, gelî birayê ezîz, ez di bextê we da me, ez ji we rica dikim nebêjin "ez jiyan dikim"!

Ne xweş e, şerm e, zimanê xwe nehetikînin

Bi kurmancî meriv dibêje ez dijîm.

Ez nuha li Swêd dijîm, berê li Wêranşarê dijiyam. Meriv li derekê dijî, dimîne, lê jiyan nake.

Kê ev peyva şaş xistibe nava kurdan Xwedê ne tabaîşê wan be, hêvî dikim pizik di zimanê wan da were û devê wan xwar bibe.

Xerakirine rehet e, çêkirin zor e. Peyva şaş zû belav dibe û rehet cî digre, rastî zor tê qebûlkirin. Tew gava şaşî bi rêya telewîzyonan were kirin, zûtir belav dibe. Kanalên kurdî sşcdarên vê şaşiyêne.


Ne kesên nezan tenê, carnan ez lê rast têm kesên kurdiya wan pir baş jî vê şaşiyê dikin, dibêjin "ez li vira jiyan dikim..."
Ev yek him min matmayî dihêle û him jî xemgîn dike. 

Minê sûc têxista hustiyê tirkî, lê bi tirkî jî meriv nabêje "yaşam yapiyorum", meriv dibêje "yaşiyorum" yanî dijîm.

 

Cetin Bagdin: Mixabin ev gotina sas di zimanê me de cîhê xwe girt. Ez bawer nakim ku ê bê sererastkirin. Ji ber ku ji alîyê gelek xebatkarên medya ya Kurdî û siyasetmedarên Kurd ve tê bikaranîn.

Zinarê Xamo: Dema we bihîst, bêdeng nemînin, bibêjin, rexne bikin.

 

Zinarê Xamo: Yê dixwaze ev şaşî rast bibe, însan vê gotinê rast bi kar bînin bira vê nivîsa min belav bike, deh kes, sed kesî jî pê bihesin û dev ji vê şaşiyê berdin baş e, li karê ye, ji bêdengiyê sed qatî baştir e.

Salih: Kurdîya nebaş tirkîya baş çêtir e an na ? Xalê zinarêxamo

 

Zinarê Xamo:Erê çêtir e, lê ev nayê wê manê merivê kurdiya şaş rast neke, şaş bipeyive û şaşîyê bihêle.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE