06 oktober 2020

Îro baranê baş li min kir

Min guh neda xanimê, ez ji malika xwe ya germ derketim meşa xwe ya rojane. Got baran e, ew bi min ra nehat.

Dema ez ji mal derketim baran hûr-hûr dibarî, min got ewê nuha veke.

Lê piştî ez mal bi dûr ketim, bira vekirin li wir bimîne, fena ku asîman biqelişe, bi kûzan av royî erdê dibû. Xwedê kir kincên baranê li min bû, lê dîsa jî ez baş şil bûm. Çi heyf xanim ne min ra bû. Xwezî ew jî bi min ra bûya, em bi hevl bib ra şil û pil bibûna.

Erê ez şil bûm, lê li alî din dengê ximîna baranê xweş bû. Ez ji sermê, ji berfê, ji baranê, ji vizîna bê, ji xuşîna daran, bi ser serê min da ji weşîna pelan hez dikim.

Ma ne şil bûne, hema bira ez şil bibim...
Piştî baranê sayî ye

XXX

Stêrk TV di sernivîseke xwe da wiha nivîsî ye:

”Li cîhanê çend gund hene ku tenê jinan lê tê de jiyan dikin.”

Stêrk Nûçe, bi kurmancî meriv wiha nabêje. Telewîzyoneke kurdî nizanibe bi kurmancî cumleyekê rast binivîse şerm e. Ev cumle dibê wiha be:

-Li cîhanê çend gundên tenê jin lê dijîn hene?

Ya jî: Li cîhanê çend gund hene tenê jin lê dijîn ?

 

2 kommentarer:

PARVE BIKE