06 oktober 2020

Dibê em Serwet Turgut ji bîr nekin

 


Leşkerên tirk, Serwet Turgut û Osman Şiban ji bo ku kurd bûn êsîr girtin, dû ra ji helîkopterê avêtin. Serwet Turgut mir, Osman Şahîn hîn li ber xwe dide.

Sibe kane dor were we, îcar we êsîr bigrin û bikujin. Ji bo ku aqûbeta Serwet Turgut nebe ya we jî, ji bo ku we jî ji helîkopteran navêjin Serwet Turgut ji bîr nekin, pêsîra qatilên Serwet Turgut berdin.

Medyaya kurdî dibê bi wacibê xwe yê rojnemevanî û exlaqî rabe û vê dozê bişopîne, nede jibîrkirin. Abûqatên Serwet Turgut dibê tu carî dev ji taqîbkirina dozê bernedin.

 XXX

Êdî ne rast e meirv ji Tirkiyê ra bibêje dewlet. Tirkiye êdî ne "cumhûrîyeteke mûza ye" jî.

Dewlet, bi dem û dezgehên xwe, bi meclîsa xwe, bi edalet û mahkimeyên xwe yên serbixwe, bi medya xwe ya azad, serbixwe dewlet e.

Li Tirkyiyê ji vanan yek jî tuneye. Şexsekî hin xulam û çete dane dora xwe û dewletê wek rêxistineke malbatî, wek organîzasyoneke sûc îdare dike, pê zulmê li xelkê dike.

 XXX

Hin kurdên bi xîret li Diyarbekrê bi navê Bêjan çend kitêbên zarokan ji bo fêrbûna kurmancî derxistine. Xizmeteke pir hêja ye. Hêvî dikim kurd zarokên xwe ji van kitêban, vê setê bêpar nehêlin.

Heger baş here, kar zirarê derxe, numûne û xebatên wiha ewê zêde bibin.

Sipasî kesên ev kar kirine dikim û ji wan ra serketinê dixwazim.

 

XXX

Rejîma van tirkên faşîst-îslamî her roj zulmek mezin li kurdan dikin, roj tuneye li çend bajaran negirin ser malên çend kurdan. Hindik maye meriv êdî fêr bibe, li rewşê û li halê xwe bibane û êdî qala vê zulmê neke.

Meriv ji van bêbavan ra çi xeberê bide jî dilê meriv rehet nabe

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE