06 oktober 2020

Rûsya li Sûriyê li dijî kurdan fêsadiyeke pir xerab dike

 


Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov careke din dilnexwaziya xwe ya li hemberî kurdan nîşan daye,  bi uslûbeke provakatîf gotiye:


”Amerî dixwazin li bakurê Sûriyê ji kurdan ra nîv dewletekê ava bike. Em zanin li ser dixebitin, dixwazin vê yekê bi tirkan jî bidin qebûlkirin. Di vê rewşê da mesela kurd kane biteqe û em li van rojan bigerin.”

Ev, beyaneka bi dijmanatî û provakatîv e, tirkan li me gurgîn dike...
Rûs çima wa dikin, çima hewqasî neyartiya me dikin ez fam nakim. Ev ne cara pêşî ye Lavrov beyanên wiha dide, dibêje Amerîka dixwaze li Sûriyê ji kurdan ra dewletekê ava bike.


Lavrov bi beyanên wiha tirkan pîj û tahrîk dike, li me gurgîn dike. Ji xwe tirk li pelekî nexwendî digerin, beyanên wiha bêtir wan har dike.


Di tarîxê da rûsan tim xerabî bi me kirine. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekê da Tevgera Azadî xapandin, gotin emê sîlehan bidin we, lê nedan û negotin em nadin jî, serî li kurdan gerandin, heta tirkan xwe dan ser hev.


Li Kurdistana Rojhilat bi Qazî Mihemed ra bêbextî kirin, alîkariya xwe qut kirin û bûn sebebê têkçûna Kurdistanê û şehîdketina Qazî Mihemed û bi sedan kurdî.


Li Îraqê piştgirî dan Seddam û nehîştin Kurdistan ava bibe. Li Sûriyê Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dan tirkan, hîştin tirk Kurdistana Rojava dagir bikin. Ev giş ne bes e, nuha jî bi beyanên prowakatîf tirkan li me dielimînin.

XXX

Kanadayê îxracata sîlehan ji Tirkiyê ra sekinandiye. Ji ber ku Tirkiyê sîlehên Kanadayê li Qerebaxê, li hemberî êrmeniyan bi kar aniye, Kanadayê ev biryar girtiye.

Biryareke baş e, dibê sîlehan nefroşin Tirkiyê.

Lê Tirkiye eynî sîlehan û balafirên bêpîlot serê salan e li hemberî kurdan bi kar tîne, Kanada ji bo kurdan biryareke wiha nagire. Çimkî kurd miletekî bêkes û bêpişt e, her kes kane kurdan bikuje.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE