05 oktober 2020

Erdogan li Kafkasan li dû rewanşê ye

 


Osmaniyan sed sal berê, di Şerê Cîhanê yê Yekê da ji kafkasîyan artêşeke Kafkayayê çê kirin û bi wê artêşê êrîş birin ser Rûsyayê, ketin Îranê, xwestin Azerbêcanê, tirkan û misilmanên Kafkasan gişan bi xwe ve girê bidin, wan erdan dagir bikin.

Lê hesabê mal û bajêr li hev dernekt, kortika hustuyê xwe xurandin û di dawiyê da Dewleta Osamanî teslîm bû belav bû...

Dewlweta Osmanî di 30 cotmeha 1918a da bi Peymana Mondrosê teslîmî Dewletên Îtîlaf( Îngiltere, Fransa, Îtalya, Rûsyayê)bû û ji Kafkasyayê, ji derên dagir kiribûn bi zaîyateke mezin paş da vekişiyan û dawî li Dewleta Osmanî hat.

Wer xuya dike Erdogan li dû rewanşekê ye, dixwaze careke din fetha Kafkasyayê biceribîne,  

Enver Paşa çawa teslîm bû û revî revî ji Kafkasan reviya, eynî tişt ewê were serê xelefê wî Erdogan jî.
Serkutî û çavsoriya li kurdan, dagirkirina Kurdistana rojava û başûr û Sûriyê Erdogan tahmijand, mêrik bû bizina kol, tahmijî danuyan. Lê êrmenî ne kurd û ereb in, Erdogan ewê bi vê êrîşa xwe bedelekî mezin bide.

Azerî gerek bi benê Erdogan daneketana bîrê, benê Erdogan ji yê Enver Paşa pir qelstir e, ewê jî wek yê Enver biqete.

 

XXX

Hinek kurd çiqasî tirkan zey bikin, xwe çiqasî bi wan şîrîn bikin jî hewildaneke beyhûdeye, hezkirin, dostî yekalî nabe. Tirk kurdan neyarên xwe dibînin û dixwazin wan bikin tirk. Ji bo ku Kurdistan ji wan ra bimîne. Heta Kurdistan çê nebe em tirk û ji hev nagerin, nabin dostên hev.

XXX

Vîrusa Koronayê dûzana însên a hebû, şiklê têkiliyan serobinî hev kir, însan êdî wek berê naçin ba hev, bi sedan, bi hezaran li hev kom nabin.

Lê ewrûpiyan mêrikan ji vê gelşê ra jî tavilê çareyek dîtin, ji dêlî însan li hev kom bibin, tiştekî bi navê Zoomê bi pêş xistin, bi rêya wê ji dûr va perwerdeya xwe didomînin, civînên xwe çê dikin, bi hev ra sohbet û minaqaşe dikin. Û him jî gelek kes bi hev ra.

Ewrûpî mêrikan wek mûriyan dixebitin, gava gelşek, nexweşiyek peyda dibe, tavilê jê ra çareyekê, dermanekî dibînin. Covîd-19 derket, Zoom Meetîng bi pêş ket…

Em jî xêra her roj li konferans, semîner û sohbetên kurdan temaşe dikin.

Xwedê kir camêrên ewrûpiyan Zoom îcad kirin, ne Zoom Meetîng bûya emê hunduran da genî û merezarî bibûna. Bi xêra Zoomê me bi sedan alim, zane, pispor nas kirin û gelek tiştên baş fêr bûn.

 

 Foto: AFP

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE