07 oktober 2020

Îslamîyet ne tenê dîn e

 Dîndarên kurd, kurdan îslamîyet tu carî ne wek tevgereke îdeolojîk, siyasî, tenê wek baweriyeke dînî dîtine û bi vî hawî bawerî pê anîne, bi vê baweriyê dane pê îslamê û bûne hevalên musilmanên miletên dagirker. 

Lema jî kurdan tim wenda kirine, li zirarê derketine.


Ji ber ku îslam ne tenê dînekî semawî ye. Îslam, him dîneke, him jî hereket û îdeolojiyeke siyasî ye, dijminên me jî  tim bi vî çavî li îslamê nêrîne û jê fêde dîtine. 


Dibê em bizanibin îslam êdî ne wek xirîstaniyê ye, hevalbend û bawermendên wê jî tenê bi zikir û îbadetê qîma xwe naynin, hedefên wan ên siyasî hene, li her welatî armanca wan hatina ser hukim e, bi destxistina dewletê ye.


Lê kurdên reben hîn bi çavê dîn û beweriyeke îlahî tenê li îslamê dinêrin...


Farisan, ereban, tirkan tu carî bi çavê baweriyeke dînî tenê li îslamê nenêrîne, îslam ji bona armancên xwe yên îdeolojîk û siyasî bi kar anîne, jê fêde girtine, pê kurd xapandine, kirine hevalên xwe. 


Hêzên ku îslamê didin pêş, li ser navê îslamê siyasetê dikin, dibêjin xwedêgiravî ew tenê tevgerên dînî ne, rast nabêjin, vira dikin. Dîn, îslamê ji hedefên xwe yên siyasî ra dikin maske û mertal. 


Komunîst, tevgerên çep nêt û hedefên xwe venaşêrin, çi difikirin, civateke çawa, sîstemeke çawa dixwazin vekirî dibêjin.


Tevgerên îslamî ne wiha ne, bi piranî oportunist in, îdeolojî û hedefên xwe yên siyasî di bin xêliya dîn da vedişêrin, dîn ji xwe dikin xêlî.


Tirkiye li ber cava ye. Îslamiyên îro li Tirkiyê li ser hukim in ne tenê dîndar û hêzeke îslamî ne, di eynî wextê da hêzeke siyasî û xwediyê îdeolojiyeke irqçî û faşîst in jî. Û heta hûn bixwazin neyarên miletê kurd in. 


Ji bo wê jî bi faşîstan ra, bi çepan ra, bi her kes û partiyên antî-kurd ra tifaqê û hevkariyê dikin. 


Yanî derdê AKPê û îslamiyên tirk, armanca wan ne tenê zikir û îbadet e, ew tevgereke îdeolojîk û siyasî ne û dixwazin rejîmeke îslamî-faşîst, antî-kurd xurt bikin. 


Gerek dîndarên kurd vê yekê bibînin û bi virên tirkan nexapin. Tu ferqa dîndar û îslamiyên tirk ji kemalîstan û faşîstên tirk tuneye, ji bona bindesthîştina kurdan ew bi ataîstan ra jî, bi kemalîstan ra jî, bi faşîstan ra jî hevkariyê dikin û di viya da tu anormaliyê nabînin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE