17 september 2020

Yekîtiya Ewrûpayê şerê tirkan li hemberî kurdan fînanse dike

 Yê dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê û şerê Tirkiyê li hemberî kurdan û çeteyên Tirkiyê li Lîbyayê fînanse dike, meaşê çete û terorîstên îslamî dide Yekîtiya Ewrûpayê ye.


Yekîtiya Ewrûpayê bi navê alîkariya bi koçberan ra ji 2015a û vir da ye tam 6 milyar Euro xûgî daye Erdogan. 

Erdogan jî bi vî pereyî sîlehan dikire, meaşê çeteyên xwe dide û li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê şerê kurdan dike.


Yekîtiya Ewrûpayê vê xûgiyê dide Erdogan ji bo ku koçberan neşîne Ewrûpayê.


Lê ev Erdogan e, mêrik him bi milyaran Euro xûgiyê digre û him jî her roj qefle bi qefle afgan, pakîstanî, bengalî, afrîqîyên tînin rê dike ser Yûnanîstanê û Ewrûpayê.


Çeteyên tirk ji Pakîstanê, ji Bengalîstanî, ji Afganîstanê, ji Afrîqayê, ji Qafqasan, ereban kom bi kom tînin Tirkiyê û û hêdî hêdî dişînin Ewrûpayê. Yekîtiya Ewrûpayê bi milyaran Euro didin Erdogan ji bo ku koçberan neyne û neşîne. Lê Erdogan him perê xwe digre û him jî şandina xwe didomîne.


Heta serokên Yekîtiya Ewrûpayê ev tirsonek bin Erdogan ewê hîn pxwe pir li wan biboqîne.

XXX

Li Bexdayê erebên îslamî berê tecawizî du keçên kurd kirine û dû ra jî ew û bavê wan serjê kirine, dest û nigên wan jê kirine.

Dagirkerên welatê me, neyarên me pir bêşerf û bênamûs in, li dinyayê ji wan namerdtir, mirov tunene. Meriv hur ne bênamûs be wiha nake

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE