17 september 2020

Dilê min li Înstagramê rûnenişt û çû

Di medyaya sosyal da her roj ez blogê, facebookê û twîtterê bi kar tînim, prlatformên din yên wek Înstagramê, YouTube carnan riya xwe pê dixim, lê ne bi dûzan. 

Înstagramê carnan, belkî ji mehê carê bala xwe didimê û sûretekî xwe belav dikim.

Nizanim çima, ezîzê ber dilê min blog e, lê nabêna min û facebookê û twîtterê jî baş e. Twîtter jî çend salan piştî blogê û facebookê dilê min lê rûnişt.

Ez risman zêde belav nakim û li vîdeoyan jî pir ne muhîm be temaşe nakim, ya jî kêm temaşe dikim.

Ez merivekî gundî me, ji teknîkê û ji tiştên pir pêşketî fêm nakim û lema jî tim xwe jê kef dikim.

 XXX

Jiyan carnan ji dera meriv dibêje qediyaye dest pê dike.

Halê me ne tu hal e, rewşa me pir xerab e, lê belê dibê em bêhêvî nebin. Şeva herî tarî jî berbangek wê heye.

-Kî evîndar bûbe, li perçeyên xwe yên kêm digere. Ji ber wê jî evîndar, her ku li maşûqê xwe difikire êşê dikşîne.

///Harukî Murakamî

 

XXX

Zirzopekî, dînekî bi navê Kadir Amaç, di twîtteke xwe da gotiye:

”Li Bakurê Kurdistanê psîkolojiya ji sedî heyştêyê kesên terefdarên serxwebûnê xuya dikin xerab e û bêexlaq in.”

Hela hûn bala xwe bidin vî zirzopê bêedeb, li gorî wî kesên li dijê serxwebûnê ne ne dîn û bêexlaq in, lê yên serxwebûna Kurdistanê dixwazin dîn in û bêexlaq in.

Ev dînê rentele ji dêlî kurdên serxwebûnê naxwazin rexne bike, bi bêedebî êrîşî kurdên serxwebûnxwaz dike.

Bi baweriya kesên cahil û nezan ne tê da, lê siyasetmedarê, kurdê bîr dibe û li dijî serxwebûnê be, ew ne tenê nexweş û bêexlaq e, ew bêxîretekî hevalê dijmin e jî.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE