18 september 2020

Derewa dijmin û rastiya me

Îlknûr Bîlîr xanimê di vê nivîsa xwe ya duduya da jî tiliya xwe daye ser birîneke xwe û ya gelek kurdan ya pir kûr, axivî, qermoşkgirtî û li birîndaran gelkî giran bûye. 

Birîn, asîmîlasyon e, ji koka xwe û ji rastiya xwe dûrketin e, xwenenaskirin e, tirkbûn e. 

Îlknûr Bîlîr xanimê bi numûneyeke ji xwe neşter avêtiye ji vê birîna xwe da û ew der keriye. 


Nêm û elemeke zêde ji birînê herikîye, birînê bi salan ew gelkî êşandiye, ezîyet û ezabekî mezin pê daye kişandin. Lê piştî bûyereke tirajîk birîna wê derbûye û dû ra jî hêdî hêdî rehet bûye. Perda asîmîlasyonê ya derewîn û înkarê ji ber çavê xwe çirandiye û vegeriyaye ser heqîqeta xwe ya wenda kiribû, bûye kurdeke temam û nivîskara vê meqaleya hêja. 


Îlknûr Bîlîr xanim di vê nivîsa xwe da nîşan dide birîna wê çi bû, çawa peyda bû, ew kînga û çawa pê hesiye û çawa derman kir.


Birîna Îlknûr Bîlîr xanimê, yanî asîmîlasyon, înkara eslê xwe, ya rastiya xwe bêguman ne gelşeke wê tenê ye, ev birîn di laşê bi sedhezaran kurdî da heye. 


Her kurdê ji birîna asîmîlasyonê muzderîb e, dibê vê nivîsa Îlknûr Bîlîr xanimê bixwîne û ew jî qala serpêhatî û birîna xwe bike.


Birîna di dil û laşên kurdên asîmîle bûne, kurdên xwe wenda kirine, kurdên bûne tirk da pir kûr û pir giran e; dibê em vê birîna di laş û ruhê wan da şax berdaye neazirînin, ji wan ra bibin alîkar, bibin hekîm û vê birîna wan derman bikin. 


Dijmin çawa ew ji rastiya wan, ji kultur û zimanê wan dûr xistine, dibê em jî her wisa wan paş da vegerînin ser heqîqeta wan. 


Dijmin bi derewan, bi riya asîmîlasyonê derewek wek ku rastî be bi hin kurdan dan qebûlkirin.


Lê emê bi gotina rastiyê wan vegerînin ser rastiya wan. Heger em zanebin û bi îstîqrar bin emê bi rastiya xwe zora derewên dijmin bûç bikin.

Rastî tarî ye: Derew tenê di taritîya rastîyê de dibe heqiqet !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE