18 september 2020

Tirk çima bela xwe ji yûnanîyan venakin?

 Ji bo çi tirk li rojhilatê Derya Navîn û li Egeyê bela xwe di Yûnanan didin?

Tirk ji Yûnanan û ji Yekîtiya Ewrûpayê ra dibêjin berê em ne xurt bûn, em zeîf bûn, me nikanîbû bi we, lema jî em bi erdekî hindik razî bûn.

Lê nuha em xurt bûne, êdî çavê me jî we dibire. Lema jî em hinek erdê din dixwazin. Heger hûn bi rehetî nedin me, emê bi zorê ji we bistînin.

Esasê meselê, xulaseya gelşê ev e.

Tirk li rojhilatê Derya Navîn, li Egeyê bi ser kevin, yanî bibînin zor pere dike, sibe ewê hinek erdê din bixwazin. Ewê ji Lîbyayê jî, ji Îraqê jî dernekevin.

Ev êrîşkariya tirkan hinekî jî ji ber “zafera” wan ya li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî ye. Tirkan dema ev bajarên kurdan dagir kirin Yekîtiya Ewrûpayê, dinyayê dengê xwe nekir. Lema jî mêrikan bi vê ”zafera” xwe serxweş bûne, nuha jî ji Yûnanan erd dixwazin.

 XXX

Belediya Erzeromê ya AKPê li navçeya Yakûtiyê bi 9 zimanan afîşên ”bê maske negerin” bi bîllboardên bajêr ve kirine. Di nava 9 zimanan da kurdî tuneye.

Kurdino, êdî baş bizanibin ev dewlet, ev hukûmet û tirk neyarên qewmê we ne, lema kurdî di nav 9 zimanan da tuneye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE