16 september 2020

Îtîlafa Sûriyê û Tirkiye êdî ENKSê di nava xwe da qebûl nakin

Serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir Herîrî, bêyî ku ji ENKSê ra bibêje, sebebê wê îzah bike, nûnerê ENKSê yê Îtîlafê, endamê Heyeta Danûstendina Opozîsyona Sûriyê Hewas Egîd ji karê wî dûr xistiye û yekî ereb xistiye şûnawî.

Helbet ev skandal e, ne haya ENKSê pê xistine û ne jî ji Hewas Egîd ra gotine çima em te dixînin.


Hewas Egîd û ENKS dibêjin efendim biryar hîn neketiye praktîkê, biryar ne resmî ye, hîn ji me ra tiştek negotine, filan bîvan.


Yanî meselê nerm dikin, naxwazin bibêjin ji ber ku em bi PYDê ra didin û distînin Îtîlafê em ji nava xwe qewitandin. Helbet ev jî bi emrê Tirkyê hatiye kirin.


Çimkî ji bo ereb û tirkan şertê hebûna ENKSê di nava Îtîlafa Sûriyê da dijminatiya PYDê ye. 


ENKS nuha bi nabênkariya Amerîkayê û Fransayê bi PYDê û hêzên din ra dipeyive, di demeke nêz da ewê li hev bikin û îdareyeke mişterek ava bikin. 


Tirkiye li dijî vê yekê ye. Tirkiye dixwaze kurd tim du, sê serî bin û neyartiya hev bikin. 


Gava ENKS viya neke, bi PYDê ra, bi hêzên din ra li hev bike û di rêvebiriya herêma Kurdistanê da cî bigre Tirkiye viya qebûl nake. Tirkiye dixwaze ENKS bi PYDê ra tim di nava şer û dubendiyê da be. 


Lema jî Tirkiyê emir daye serokê Îtîlafê Nesir Herîrî, gotiye nûnerê ENKê Hewas Egîd ji nava xwe dûr xin. Herîrî jî ev emrê Tirkiyê  bi cî aniye.

"Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê", di rastiyê da heyeteke siyasî ya Tirkiyê ye, Tirkiyê çê kiriye û Tirkiye îdare dike. Herîrî, merîrî giş pîyonên Tirkiyê ne, bêyî emir û destûra Tirkiyê ew nikanin tu biryarê bigrin û Hewas Egîd bavêjin.


Ne rast e Hewas Egîd û ENKS vê meselê nerm bikin, vir da wê da bibin û bînin, bibêjin efendim hîn baş ne xuya ye, biryar ne resmî ye, filan û bêvan.


Qet çivan nedin xwe, biryar resmî ye, ya Îtîlafê ye û ji bo ku nîşan bidin ji têkiliyên we û PYDê baş xeyidîne ENKS ji nava Îtîlafê qewirandin. Maneya ezilkirina Hewas Egîd ev e, vê rastiyê şêlû nekin, qebûl bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE