15 september 2020

Derdê hin kesan nayê kişandin

Hin kes pir ecêb in. Tu çer daxwaza wî ya hevaltiyê qebûl dikî, di cî da bi messengerê dibêje zirrr, telefonî te dike, “mamoste ez dixwazim bi te ra bipeyivim…”

Gava tu daxwaza wî ya axiftinê bi zimanekî maqûl red dikî, xwe dixeyidîne, te bi “pozbilindiyê” îtham dike, gotinên tewşo mewşo ji te ra dike.

Hinek jî kilîpan, vîdeoyeke kêfa wî jê ra hatiye dixe çavê te, dibêje gerek tu jî lê temaşe bike.

Gelekên wan ez nas nakim, bi vîdeoyê ra tiştekî jî nabêjin. Ez nizanim tiştê şandiye çi ye, vîrus e ya jî tiştekî din e. Bi kesên wiha gelek caran serê min êşiyaye.


Tiştên wiha pir tê sere min, herî dawî jî îro bû…

Hin kes hene dişibin ereban, tu jê ra çer dibêjî merheba, tavilê têr ser kurk û eba…

 

XXX

Hevalê Montaigne yê herî nêzîk û hosteyê siyasetê La Boetie fransî li ser bindestiyê gotiye:

”Heger însan kole ne, ji ber ku bi heq û hêza xwe nizanin loma ye..

Tu dibêjî belkî 500 sal berê camêr ev gotin ji bo me kurdan gotiye.

Heger kurdan gişan bi heq û hêza xwe zanîbana, 40-50 mîlyon însan hîn bindest û bêdewlet nediman.

 XXX

-Xwendina şiîrekê ji wergera wê, dişibe wek meriv jinekê ji xêliya wê maç bike.

Anne Michaels

-Heger werger bi gotinên şiîrê ra muzîka wê jî nade, pênc pera nake.

John Millington Synge

-Li ser wergerê gotina herî xweş Cervantes kiriye: Werger vacayiya xaliyeke dîwêr e.

Leonardo Sciascia

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE